Bi beşdariya Serok Barzanî li Silêmanî şahiyeke mezina piştgîriya referandûma serxwebûnê birêveçû


KRP.org | |
20/09/2017
Serok Barzanî li nav cemawerê bajarê Silêmanî ragihand: Em hemû li yek keştiyê dayîn, raste cûdahiyên siyasî gelek asayiye û gelek jî xweşe lê belê ji bo wê yekê kî zêdetir û baştir xizmeta gelê xwe bike, lê belê neku ji bo milşikandina hevdû û rêxweşkirina ji bo dijmin û nahezan bo ku derz dirust bikin û xencer li piştve li me bidin. Niha ji hemû demekî zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û birayetiyê heye, Kurdistan ji bo hemû ol û mezheb û neteweyane.

Ev gotinên Serok Barzanî di dema şahiya ji bo piştgîriya referandûma serxwebûna Kurdistanê hat ku roja çarşem 20.09.2017 bi beşdariya dehan hezar kes ji cemawerê bajarê Silêmanî birêveçû.

Serok Barzanî Silêmanî bi bajarê: "Kurdayetî û herdem pêşengê li xebat û têkoşînê" bi nav kir û got: "Şanaziye ji bo min li bajarê helmet û qurbanî û paytexta rewşenbîrî û Kurdayetiyê ve bibêjim belê ji bo serxwebûna Kurdistanê. "

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: "Ez piştrastim îro hûn pêşeng dibin ku li 25ê mehê bibêjin belê ji bo serxwebûnê, ez piştrastim Silêmanî qet qebul nake ne mehkumê kes û ne suxrekêşê kes bê".

Di derbarê referandûmê de Serok Barzanî got: "Referandûm îro babeta serekiye, bûye ajanda civaka navdewletî, dibînin li civîna rêxistina giştî ya Neteweyên Yekgirtî de behs behsa Kurdistane, eve berhemê xwîna şehîdane û encama yekrêzî û îradeya bihêza gelê meye, referandûm biryara gelê Kurdistane, biryara yek hizb û dû hizb nîne".

Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...






SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 175