Bi beşdariya Serok Barzanî li Dihok karnavala piştgîriya serxwebûnê birêveçû


KRP.org | |
16/09/2017
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna dehan hezar kesan li yarîgeha Dihokê ragihand, li civînê de cemawerên Zaxo, Dihok û Amêdî biryara xwe da û gotin Belê.

Roja şemî 16.09.2017 bi beşdariya Serok Barzanî karnavala piştgîriya referandûma serxwebûnê li yarîgeha bajarê Dihokê birêveçû ku nêzîkî pencih hezar hemwelatiyên bajarê Dihok û Şêxan û Sêmêl têda beşdarbûn.

Serok Barzanî li gotara xwe de spasî nîştecihên parêzgeha Dihokê kir û ragihand, ji bo pêşwaziya li koçber û palpiştîkirina Pêşmerge li şerê dijî terorê, serê Kurdistanê bilind kir.

Dûpat jî kir ku biryara 7ê hezîranê, biryarî takekesek nîne, belku biryara geleke ji bo serxwebûnê.

Serok Barzanî ragihand: Eger baweriya me hebûya rewşa Herêma Kurdistanê wekî xwe dimîne, renge roja 7ê hezîranê biryara encamdana giştpirsiya me nedibû, lê belê baweriya we hebê îro li Bexda hemû bernameya wan eweye rewşa Herêma Kurdistanê têkbidinû ew destkeftên hene carekî din li mîlletê Kurdistanê bistînin, berî wan ew plana beramber xelkê Kurdistanê bi cîh bikin, xelkê Kurdistanê biryara xwe dide, em êdî bindestî û plandarêjiya dijî paşaroja xwe qebul nakîn. Ragihand, piştî 2003 hêvîdar buyîn Iraqekî nû dirust bibê, lê belê zêde pêneçû selmandin heman eqliyet li Bexdane ku înkara hebûna mafê Kurd dikin.

Balkişand li ser wê yekê bi birîna nanê xelkê Kurdistanê enfalekî din rûbirûyê Kurdistanê bûye û diviya bizanîn ji wê roja wê biryarê dan, me çi peywendiyek bi wan ve nema.

Her wiha ragihand ku Parlemen biryarê di derbarê referandûmê de nedaye, ji bilî destxweşiyê ji bo Parlementeren, Serok Barzanî ronahî kir, eve Parlemen jî biryar da û çi hêceteke din nema.

Serok Barzanî ragihand, cihê daxêye, îro hinek kes bi zimanê gefê dipeyvin û behsa ewe dikin, ew biryar ne destûrî ye, ku wan bi xwe binpêkirine.

Her wiha got: Em gefê li kes nakîn û çi encamekî jî nîne, lê belê bila bi awayeke aştiyane guftûgo li vî derbarî de bikîn.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku niha li Iraqê da behsa zorîneya siyasî dikin, em dizanîn zorîneya siyasî wateya wê çiye. Serok Barzanî ronahî kir ku Parlemena Iraqê niha ne federalî ye û ketiye dest grûpekî şovenî û tekez jî kir çi îtîbarek ji bo biryarên Parlemena şovenî li Bexda li Kurdistanê nîne.

Serok Barzanî ragihand, dû rê li ber me hene, yan serbixweyî yan bindestî, em jî xiyanet li xwîna şehîdan nakîn û bindestiyê qebûl nakîn. Tekez li ser ewe jî kir, şer şerê îradeye û em bawerin îradeya vî gelî, ji hemû çekek bi hêztire.

Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...






SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 173