Spasnameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê


KRP.org | |
17/09/2017
Birêz Mesûd Barzanî ji bo wê beşdariya berfirehî û pir bi coşiya li wê civîna cemaweriyê da hebû, spasnameyekî pêşkêşî cemawerê parêzgeha Dihokê kir.

Ji bo cemawerê xweşdivî û niştîmanperwerê Dihok, Zaxo, Amêdî, Şêxan, Sêmêl, Akrê û Berdereş, Şingal, Zummar û Deşta Nînowayê.

Pir bi dil spas û pêzanînên xwe pêşkêşî we yên xweşdivî û niştîmanperwer dikim ji bo wê beşdariya berfireh û pir bi coşiya li civîna cemaweriyên çend rojên derbasbûyî da. Bi berfirehî beşdarbûna we yên xweşdivî, li navendên medyayiyên dinyayê da dengvedaneke zêde hebû û em bi we serbilindin.

We bi wê dilgermî û amadehiya xwe ya berfireh, peyamekî rûn bi hemû cîhanê gihand ku ew jî azadîxwazî û piştevaniya we ya li referandûma serxwebûnê bû.

Dema wê coşiya we min ji nêzîk ve didît, barê ser milê min girantir bû ku divê ew hesta we ya azadîxwaziyê bigihe cîhana azad, li roja 25ê 9 da dengê we dibe zengê hişyarî û li dergeha wîjdana cîhanê dide.

Li vir da bi pêwîstî dizanim ji bo hevkariya wan ya li parastina asayîşa xelk û baştir birêveçûna wê civîna cemaweriyê, spasî hêzên Pêşmerge û hemû dezgehên emnî û polîsên hatin û çûnê bikim.

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî
17.09.2017





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 179