Serok Barzanî pêşwaziya Wezîra Berevaniya Almanya kir


KRP.org | |
23/09/2016
Roja în 23.09.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ursula Von Der Leyen Wezîra Berevaniya Almanya û şandekî li gel kir ku ji Franz Juseph Kirîmp Balyozê Almanya li Iraq û General Markus Nîp Serok Erkanê Artêşa Almanya û hejmarek efser û şêwirmendên Wezareta Berevaniya Almanya pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Wezîra Berevaniya Almanya ku çaremîn care serdana Kurdistanê dike spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina hevdîtinê û rêz û pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya yarmetîdana koçberan xisterû û pesnê Pêşmerge jî kir bi qurbanîdana xwe Da'îşê şikand û hêviyê ji bo cîhaniyan vegerand û pêşan da ku Da'îş ne hêzeke ku têknaşikê. Wezîra Berevaniya Almanya balkişand li ser Pêşmergeyan û wekî mînakeke ji bo cîhaniyan da zanîn û hêviya ewe jî xwest ku giyanê binyatnan û geşbûn û pêkvejiyanê li piştî Da'îş li Iraqê da dirust bibê, ew giyana ku gelê Kurdistanê û Pêşmerge li navçeyê da serê qafleyê bûne. Li beşekî dinê axaftina xwe de behsa hewlên artêşa Almanya ya yarmetîdana Pêşmerge û meşq û rahênana Pêşmerge kir û tekez li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir.

Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Almanya kir ku hevkariya Pêşmergeyan kiriye û hevkariyên serbaziyên Almanya bi girîng wesif kir bi cûreyek ku hevkêşeya şerên li qazanca Pêşmerge da guherî û serdanên Wezîra Berevaniya Almanya jî ya Kurdistanê bi girîng û pir bi wate da zanîn.

Her li vê civînê de behsa plana azadkirina Musil û rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê di derbarê hemahengiyên şerê azadkirina Musilê kir û Wezîra Berevaniya Almanya xweşhaliya xwe bi wê rêkkeftinê nîşanda û hêvî xwest encameke baş lê bikevê.

Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa qonaxa piştî Da'îşê kirin û Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku armanca hevbeşa Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê şikestdana Da'îş û azadkirina Musile. Her wiha tekez li ser girîngiya qonaxa piştî Da'îşê kir û balkişand li ser wê yekê ku pêwîste piştrastiyek bidin pêkhatên neteweyî û oliyan û asayîşa wan parastî bê û di derbarê qonaxa piştî Da'îş têbînî û şîretên xwe ji bo şanda mîhvan xisterû.

Li vê civînê de hejmarek ji berpirsên siyasî û serbazî û emniyên bilindên Herêma Kurdistanê amade bûn.

Her li piştî civînê Serok Barzanî û Wezîra Berevaniya Almanya li civîneke rojnamevaniyê da naveroka civîna xwe ji bo saziyên ragihandinê şîrove kirin.

Ji bo temaşekirina videoya vê civîna rojnamevaniyê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 418