Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir


KRP.org | |
09/02/2017
Îro pênçşem 09.02.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Mamosta Selahedîn Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa navçeyê bi giştî û proseya siyasî li Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de guftûgo kirin û balkişandin li ser bandora eger û pêşhatên piştî têkşikandina Da'îş ya li ser Herêma Kurdistanê.

Li vê hevdîtinê de li ber çav girtina derfet û gefan, tekez li ser girîngiya yekrêzî û yek helwestiya hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê kirin û hengavên çareserkirina kêşe û kêmasiyên Herêma Kurdistanê nirxandin û hevdû têgihîştin û hevramaniyan ji bo tevahiya pirsan û ji bo çareserkirina kêşeyan bi destpêkeke erênî zanîn ku bibê sedema başkirina rewş û debara xelkê Herêma Kurdistanê.





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 106