Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê


KRP.org | |
19/10/2017
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Roja pênçşem 19.10.2017 Dadgeha Lêkolîniya Resafeya Bexda biryara girtinê ji bo birêz Kak Kosret Resul Cîgirê Giştî yê Sekreterê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê derxistiye, bi tometa derbirîna raya xwe ya li ser rûdanên Kerkûkê.

Ev biryara Dadgeha Resafe ku biryarekî siyasiye bi rûnî pîşan dide ku eqliyeta dest bilind li Bexda bi çi awayeke. Gelêk raya xwe bi aştiyane derbibrê divê sizaya bi komel bidin, kesek raya xwe derbibrê divê bê girtin. Her ew eqliyete wiha kiriye kes nekarê li gel wan da bijî.

Bila desthilatdarên Bexda azad bin, çi biryarek didin bila bidin lê belê bila baş bizanin têkoşerekî wekî Kak Kosret û têkoşerên din jî bi wan nayê girtin û nikarin bigrin.

Mesûd Barzanî
19.10.2017





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 346