Daxuyaniyek Serokayetiya Herêma Kurdistanê


KRP.org | |
15/02/2017
Ev çendîn roje li hejmarek medya û ragihandina navxweya Herêma Kurdistanê wiha hatiye belavkirin Kak Azad Cundiyanî ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê post û erk wergirtibe.

Li vir de bi hemû aliyek radigihînîn ku ew nûçe hîç bingeheke xwe tûne û ji rastiyê dûre. Daxwaz ji medya û ragihandinan dikîn berî ku nûçeyên bi vî awayî belav bikin duvdaçûnek ji bo rastî û dirustiya nûçeyê bikin.

Kak Azad Cundiyanî kesayetiyekî xebatgêr û niştîmanperwere û hemû demek warê kar û xizmetkirina welat li hemû cîhek da ji bo wî rexsaye.

Ji bilî wê jî Kak Azad, kurê têkoşerekî navdar û fermandeyekî navdarê Komara Kurdistanê û şoreşa mezina Eylûle û malbata têkoşerê Wehab Axayê Cundiyan herdem cihê rêz û hurmetêne.


Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
15.02.2017





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 213