Serok Barzanî li gel nûnerên pêkhatên Kerkûkê civiya


KRP.org | |
13/09/2017
Roja sêşem 12.09.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana bajarê Kerkûkê kir û li gel nûnerên hemû pêkhatên Kerkûkê civiya.

Li hevdîtinê de ku bi amadebûna birêz Kosret Resûl Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Necmedîn Kerîm Parêzgerê Kerkûkê birêveçû, Serok Barzanî sedemên biryara gelê Kurdistanê ya ji bo encamdana referandûmê ji bo amadebûyan ronahî kir û behsa qonaxên muameleya desthilatdarên Bexda li gel gelê Kurdistanê û wan karesatan kir ku li ser gelê Kurdistanê da hatine û ronahî kir ku mixabin bi sedema zalbûna çanda xwesepandin û înkarkirinê hemû hewlên me ji bo avakirina şeraketa rasteqîne û dewletekî medenî û demokrat û federal şikest anî.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ji bilî wan zulm û tawanên di derbarê gelê Kurdistanê de hate kirin lê belê gelê me xweşiktirîn mînaka lêborîniyê pîşan da. Balkişand li ser wê yekê jî ku li raperîna bihara sala 1991 sê feyleq ji artêşa Iraqê xwe radestî xelkê Herêma Kurdistanê kirin, bi baştirîn awayê mirovayetiyê muamele li gel wan da hate kirin. Her wiha serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê çûye Bexda heta guftûgo li gel rejîmê bike û me dest dirêjî wan destan kir ku tawanê li ser gelê me encam dabû. Lê belê ew çanda înkarkirinê bi tu awayekî hebûna me ya li Iraqê da qebul nekiriye.

Serok Barzanî da zanîn ku bi berdewam armanca gelê Kurdistanê aştî bûye neku ceng, li tu rojek da ceng bijardeya me nebûye, lê belê li ser me da hatiye sepandin. Tekez jî kir ku her demek pêwîst dike qurbanî didîn û dema pêwîst jî bike hengavên din bavêjîn, dûdil nabîn.

Serok Barzanî berdewamiya gotara xwe de balkişand li ser wê yekê ku piştî rûxana rejîma Be'es li 2003 me hewl da Iraqekî nû ya demokrasiya berfirehî û federalî dirust bibê. Li hengavên destpêkê de encûmena hukim piştî 2003 damezra, dema dora min hat bipeyvim, min got: Ji bo yekemcare hest dikim ser bi vî welatî me û Bexda paytexta mine, lê belê qonaxên piştî wê rê nedan ev hest berdewam bê. Me hest kir wekî Kurd û wekî Kurdistanî em li Bexda nayên qebulkirin û nayên xwestin. Li heman demî de niha dewletekî demokrasî federalî nabînîn, rûbirûyê dewletekî olî mezhebî dibîn.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku rewşa Iraqê tehemula ewe nake dewletekî mezhebî an jî tayîfî birêve bibe. Ji ber ku çendîn olên cûda li Iraqê da hene. Tekez jî kir ku divê Iraq dewletekî medenî bê bo ku hemû hest bikin mafê wan heye û mafên wan li vî welatî da parastiye. Nabê şerî'eta îslam li ser mesîhiyan bê sepandin an jî bi berevajî ve, yan nasnameya Erebî li ser Kurd û Turkmen da bê sepandin û bi berevajiya wê jî. Me hewl da nasnameyekî Iraqî dirust bikîn ku hemûyan biparêze û me hemûyan li xwe bigre, lê belê eve rû neda.

Serok Barzanî balkişand li ser encamdana referandûmê li Parêzgeha Kerkûkê û ragihand: Referandûm ji bo rakêşana sînor nîne, belku ji bo guzariştkirine li îradeya gelek û hêvîdarim eve li cem we zelal bê. Li Kerkûk yan navçeyên dinê ji bilî li xelkê Kerkûk û navçeyên xwe, kes biryar di derbarê çarenûsa Kerkûk û navçeyên din nade. Li heman demî de nabê rê bi xelkê din bidîn rêgirbin li ber xelkê Kerkûkê ku biryar li çarenûsa xwe bidin. Em rêz li biryara xelkê Kerkûkê digrîn û li heman demî da divê xelkeke din jî rêz li biryara Kerkûkiyan bigrin. Dûpat jî kir, pêwîste Kerkûk wekî mînakeke pêkvejiyanê di navbera pêkhatên neteweyiyan de bimîne. Tekez jî kir ku tu û paşgezbûn û paşxistinek li holê da nîne û referandûm di dema xwe ya diyarkirî da li 25ê eylûlê birêve diçe.

Serok Barzanî behsa awayê dewleta serbixweya Kurdistanê kir û ragihand ku divê dewletek bê ji bo me hemûyan. Li ber we û xweda da sozê didîn hemû hewlek didîn, destûr jî ji bo me hemûyan dibê û dewletekî medenî dibê, ku têda dadperwerî û wekhevî bê peyrew kirin û dewletekî federal jî dibe. Her parêzgehek karubarên xwe birêvebibe. Destûra Kurdistanê jî eger hemû pêkhat nepejirînin derbas nabe.

Paşê nûnerên pêkhatan pirsiyar û têbîniyên xwe xistinrû û Serok Barzanî bersîva hemû têbînî û pirsiyarên wan da.


Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...






SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 164