Serok Barzanî beşdariya rêwresma bîranîna karesata Şingalê kir


KRP.org | |
03/08/2016
Roja çarşem 03.08.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya rêwresma salvegera karesata Şingalê ya li bajarê Dihokê kir.

Li rêwresmê de ku hejmarekî zêdeyê hemwelatiyan û kesukarên qurbaniyên karesata Şingalê û kesayetiyên olî yên Êzîdî û Mesîhî û Îslam û nûner û konsolên welatên biyanî û rêxistinên civaka medenî û kesayetiyên siyasî û hizbî û îdariyên Herêma Kurdistanê amade bûn, di destpêkê de Serok Barzanî pêşangahekî fotografî li cihê rêwresmê vekir ku taybet bû bi wêneyên wê karesat û azarên ku li encama êrîşa dirindaneya terorîstên Da'îş li ser Êzîdiyan da hatiye.

Her li vê rêwresmê de Serok Barzanî gotarekî pêşkêşî amadebûyan kir û ji bilî bi xêrhatina mîhvan û amadebûyan behsa karesata Şingalê kir û ragihand, berî dû salan karesatekî mezin li ser gelê Kurd da li Şingalê da hat. Eve ne yekem karesate û hêvîdarîn eve karesata dawî bê û ew karesat dirêjahiya wan zincîre karesatane ku li ser gelê Kurdistanê da hatiye. Her li wêrankirina çar hezar û pênç sed gund bigre heta bêserûşûn kirina donz deh hezar gencên Feylî û heşt hezar Barzanî û sed û heştih û dû hezar enfalê Germiyan û kîmyabarankirina Helebçe. Di derbarê bi tawanên Da'îş, Serok Barzanî got: Ewê terorîstên Da'îş dikin li hîç yasa û olek da cihê xwe nabê û ew hîç ol û namusek jî nîne û gelê me bi rewşt û ehleqa xwe ya bilind selmand ku gelekî oldare û Pêşmerge merdane tolê li Da'îş kir‌. Her wiha ragihand ewê li ser Êzdiyan da hatiye li ser me hemûyan da hatiye û keçên Êzidî namûsa hemû Kurde û ew rojê Babeşêxê Êzidiyan hat û got: Êzdîxan ji nav çûye, min jî jêre got: Heta Kurd mabê Êzdîxan ji nav naçê û min sozê dayê ku tola wê karesatê dikîn, lê belê tolhildanekî Kurdane.

Serok Barzanî di derbarê qurbanîdana Pêşmerge wê yekê xisterû ku heta rêya Şingalê û Şingal hate rizgar kirin me 500 şehîd daye. Eve jî pêşniyar kir, bajarê Şingalê wekî xwe bimînê wekî hêmayek ji bo êşa gelê Kurd û li nêzîkî Şingalê bajareke din bête dirûst kirin. Di derbarê wan kesên hevkariya Da'îş kirine, Serok Barzanî got: Ewên hevkarê Da'îşê kirine, divê bigihin sizaya xwe û ewên rojek jî hevkarê Da'îş bûne dijminê mene û ewê dijî Da'îşe dost û hevalê meye

Li dawiya gotarê de Serokê Herêma Kurdistanê behsa rizgarkirina Musilê kir û got: Rizgarkirina Musil ji bo Herêma Kurdistanê gelek girînge û wekî çawa ku min sozê bi Êzîdiyan da Şingalê rizgar dikîn, niha jî bi heman awayî sozê bi hemwelatiyên Mesîhî û deşta Nînowa didim ku navçeyên wan rizgar dikîn û diçine ser mal û warên xwe.

Di derbarê çarenûsa Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî ragihand, pêwîste em biryara xwe bidîn, yan razî bîn xelkekî din di derbarê me biryarê bide û wê demê jî gileyî ya me nebê yan divê mucazefe bikîn û em bi xwe biryara xwe bidîn û amadeyê wê mucazefeye bîn û serbixweyî tenha rêye ji bo dûbare nebûna van karesatan û ji bilî serbixweyî yê hîç rêyekî din li ber me da nemaye.

Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...

Naveroka gotara Serok Barzanî li bîranîna komkujiya Şingalê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên berkeftî

Amadebûyên birêz

Mîhvanên birêz

Hûn hemû bi xêrhatin û spasiya we dikim ku we derfet ji bo me jî rexsand, beşdar bîn vê rojê da ku rojeke roja bîreweriyeka gelek diltezîne. Belê, berî dû sala rojeke wekî evro, karesateka mezin bi ser gelê me de hat, bi destê terorîstên Daîş. Emma eve ne yekem karesate bes hêvîdarim ku axir karesat bê bi ser gelê Kurd tê. Ne xwe eger vegerîne ser dîrokê, dibînîn ku eve xelekeyeke ji zîncîreya karesateke yek bi yek û ez venagerim li ser dîrokeke gelek dûr, berî sîh çil salên berî niha, 4.500 gundên me wêran kirin, 182.000 jin û zarok ku zêdetirê wan jin û zarok bûn li operasyonên enfalan de bê serûşûn kirin û 12.000 xortên Feylî li temenê 18 salî heta 30 salî bê serûşûn kirin, 8.000 Barzanî li temenê 10 salî heta 90 salî bê serûşûn kirin, sertaserê Kurdistanê kîmyabaran kirin, Helepçeyê li xîlalê 2-3 deqîqeyan de 5.000 ku sedî 80 ê wan jin û zarok bûn bi jêhra kîmyawî hemû şehîd kirin. Eve jî yeke ji wan karesatan. Dirêjepêdana yek ji wan karesatane.

Ew ne hatibûn bes wê li Şingalê bikin, ew hatibûn ew tawana wan li Şingalê encamdayî li sertaserê Kurdistanê encam bidin û ew hatibûn hemû Kurdistanê dagîrbikin, lê şikir ji bo xwedê, şikir ji bo Pêşmergeyên qehreman ku zû pêra gihîştin ber singa wan girt û stura wan şikand.

Li hemû yasayên dinyayê de, mafê sivîlan yê jin û zarokan parastiye li şeran de. Di şeran de serkeftin jî heye û şikest jî heye, lê yasa jî heye têne çavdêrîkirin. Ya van terorîstên Daîş kirî, ne çi yasayan de heye, ne çi dînan de heye û ne çi mezheban de heye. Li ber hindê her çi sifetekî ji bo bête danan kême, ji ber ku hem wehşin, hem kafirin û hem bêdînin. Wan bê dîniya xwe selimand, milletê me dîndariya xwe selimand. Wan bênamusiya xwe selimand û milletê me namusa û xwe namusdariya xwe selimand. Dema ew şikestin, milletê me raneda ser wê perda namusa kesekî. Ferqa me û wan eveye, ne wan dîn heye ne namus, milletê me milletekî dîndare û namusdare û ezê careke din jî bibêjim, ewê li serê xûşk û birayên me yên Êzîdî hatî, ew ya bi serê me hemûyan hatî, ew karesat ya me hemûyane. Carekedin jî ezê bibêjim, wekî min li roja rizgarkirina Şingalê de got: Keçika Êzîdî ji bo me hîmaya şerefê ye û em şeref û namusa Kurdistanê ji keçika Êzîdî ra dibînîn. Ji ber hindê careke din jî ezê bibêjim, bila keçika Êzîdî ser bilind bê û carekedin jî ezê bibêjim bila bibêje, ez keçim keça Kurdanim, kûlîlka li serê Pêşmerganim.

Elhemdulîleh heta niha bêhtirê 2.500 kesên ketine destê terorîstên Daîşan da, jin û zarok û zilam hatine rizgarkirin û înşallah ewên mayî jî wê bêne rizgarkirin û ewên bi destê wan jî hatiye telifandin şehîdin bê şik. Ez çawa ku li vê cihê li vir sozê da we, min got em Şingalê bo wan nahêlîn û emê Şingalê rizgarbikîn û ez careke din jî sozê didim we yek bosta axa Kurdistanê di destê Daîş de nahêlîn.

Xûşk û birayên birêz. Karesat karesateke gelek mezin bû. Piştî ku karesatê rû dayî bi dû sê rojan, ez tu caran ji bîr nakim ku dema Babaşêx û li gel çend rihspiyên Êzîdî yan hatin nîk min, rojeke nexweş bû. Zor zor ya nexweş bû. Tu caran ez rondikên Babaşêx ji bîr nakim, gote min, Êzîdxane xelas, min gotê Babaşêx vê axaftinê neke, hingê Êzîdxane dê xelas bibe ku Kurdistan xelas bibe. Min gotê bawer bike, dilê min xwîn lê jêtê, renge ez bibêjim te ez ji we bêhtir muteessirim, bes ezê yek tişt ji bo te bibêjim, ezê sozê bidim we, yan emê tolê li van tawanbaran vekîn, yan jî ezê serê xwe li ser danim. Elhemdulilleh tol hate vekirin û bi merdayetî. Tole ew nîne ku ez xortên me û gencên me ez baş şûûra wan têdigihim, ez baş, baş têdigihim, divê hûn ehlaqê bilind xwe ragirin, gelê Kurdistanê gelekî bi ehlaqe, gelekî bi terbiyete. Li sala 1991 ê da, ew du feyleqên ku Kurdistanê wêran kirin, hemû ketin destê cemawer û Pêşmergeyî de, yek nefer jî nehate eziyet dan û nehate kuştin, ji ber wê bi wê me ehlaqê xwe nîşan da. Piştî ku Şingal jî rizgar bû, dîsa milletê me ehlaqê xwe nîşanda. Tole ewe nîne tu biçî ew tawana wan kirî, em jî biçîn wekî wan bikîn, tole ewe bikevin bin piyê we û ketin bin piyê we.

Şerekî nû bû, taktîkeke nû bû, raste çend rojên destpêkê gelek zehmet bû û dijwar bû, lê belê şikir ji bo xwedê, her zû bi zû Pêşmerge xwe ra gihîştin û em dibînîn îro elhemdulilleh zêdetirê 28 heta 30.000 kîlometir çargoşe zêdetir hatine rizgarkirin û hinek cîhên kêm mane wê ew jî înşallah bêne rizgarkirin.

Renge zor caran ew axaftin hatiye kirin, ku kes nema û hemû cîh hatine berdan û şeran de gelek tişt zû rû didin, rojê da, rewş têne guhertin. Bes pa ew qehremanên mayîn çiyayê Şingalê, ew Pêşmergeyên ku mayîn, li wê roja yê nexweş û dilteng da, qehremanane berevaniyê li Şêx Şerefeddîn kirî û nehêliştî tawanbarên Daîş bigihin wir, pa ew kî bûn, ew, ew Pêşmergeyên qehreman nebûn? Helbet gelek cihê teesufeke mezin bû ku hewlda suistifade ji vê karesatê bikin û karesat, karesateke neteweyî bû. Lê her zû bi zû Pêşmergeyan bersîva hemû kesekî dane ve. Pa li kuderê bûn ew, heta Pêşmerge nehatin û rêk venekirin û Şingal rizgarnekirin, ji bo çi ew hemû îmkaniyat û ew hemû hêza wan hebû ji bo çi neçûn rizgar nekirin, heta wê hingê, li kuderê bûn?

Dema ku ez hatim vê deverê, min gelek texmînê xwe kirin, roja ku Rebîe hatî rizgarkirin, mumkîne eger Pêşmerge berdewam ba, gihîştibûya Şingalê, bes hun bi xwe texmîna xwe bikin, 70 km pişta te ya emîn nebê, rojekî dû rojan, li wê rêkê hemû rojê tu yê pêşwaziyê li cenazeyê xwe bikî, pêşwaziyê li birîndarê xwe bikî. Çawa tê 70 km tu yê bibirî, hemû jî nehez û dijmin, ne me ew îmkaniyet hene, ne me ew sîlah heye ku em pê biwestin û 70 km temîn bikîn. Ji ber wê hindê min gelek texmîna xwe kir û hemû berpirsên me jî kom kirin, min gote wan evana zulmeke gelek mezin li me kirin, vekirina rê bi tenê ne bese, divê em tiştekî wiha bikîn ku heta hetayê Şingal ya emîn bê. Pişta Şingalê ya emîn bê, rêka me ya Şingalê vekirîbe. Me dû qonaxan vekir. Qonaxa yekem, dema ku Zummar û Fehrîç û bo Hemdan paşê bi Rebîe re çûn, ew bû rêk hate vekirin û rêka çiya. Ji bo Şingalê qewl bû ku em bikin heman dema operasyona Musil. Lê belê dema ku min dît ya Musil her texîr bû û dereng ma û heta îro jî nehatiye kirin, hingê careke din me biryar da û me got xelas divê em Şingalê jî temam bikîn û hûn bi xwe kes wekî we xelkê Şingalê nizane ku kî Şingalê rizgar kir û çawa Şingal hate rizgarkirin.

70.000 km çargoşe, pişta Şingalê hate paksazîkirin û li vir da ez dixwazim tekîdê li ser hindê bikim û careke din û gelek carên din jî min vê axaftinê kiriye, ewên ku li gel Daîş da, alîkariya Daîş kiribe, çavsaxî ji bo Daîş kiribe, bi her awayî alîkariya Daîş kiribe, çaresnivîsa wan dê çarenivîsa Daîş be. Ewê ku dest ji bo namusa gelê me dirêjkirî, dîsa wallahî heta yek ji wan mabê û me desthilat hebe, em dev ji wan bernadin. Eve ne tê wateyê ku eve dijî pêkhateyeke diyarkirî ye, ew Kurdê li gel Daîş da be, ew Erebê li gel Daîş da be, ew Turkmenê li gel Daîş da be, yan her qewmiyetek be û li gel Daîş be, bi nîsbeta me dijmine. Ewê ku dijî Daîş be, birayê me ye, dostê me ye û hevalê me ye, ji ber hindê ev çanda pêkve jiyanê, çawa li ehleq û mêraniyê û berevaniyê de numune bin, divê li meseleya pêkve jiyanê de jî mînak bin. Ewê ku li gel Daîş de nebê, dostê me ye, birayê me ye, ew Erebên ku li gel me li vir da dijîn, birayê me ne û divê em rêz li wan bigrîn û emê rêzê li wan bigrin. Ewê li gel Daîş çûyî wê wekî Daîş teamula wan bikîn. Êdî ew wê ji bo xwe qerarê bidin, wê Daîşê hilbijêrin yan ji xwe re mirovayetiyê hilbijêrin, bes reftara me, reftara we divê numuneyî bê.

Me 500 şehîd dan, heta ku me rêka Şingalê vekir û Şingal hate rizgarkirin, ev şehîde me nedane heta xelkekî din lariya li xwîna van şehîdan bike, yan bê lariya ji meşaîrê xelkê Şingalê bike. Ev şehîde me daye ku hûn azad bin û hûn biryarê bidin û hûn çarenivîsa xwe diyar bikin û kesekî din çarenivîsa we diyar neke.

Li vir de ez dixwazim spasiya hêzên hevpeymanan bikim û spasiya wan hemû dostên me bikim, yên ku çi li aliyê leşkerî ve alîkariya me kirin yan ji aliyê mirovayetiyê ve alîkariya me kirin. Hêviya me ewe ku êdî zêdetir werin pêş û zêdetir alîkariya me bikin ku em Şingalê û dewruberê Şingalê vê deverê hemû ava bikîn. Bi awayeke gelek bi şaristanî û bi awayeke gelek nû û pêşniyara min ewe, bajarê Şingalê bimîne yadîgarek ji bo nifşên paşarojê ku da bizanin çi bi serê gelê me de hatiye. Li rex Şingalê bajareke nû ji bo Şingaliyan bête avakirin. Ez daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, bi tekîd texsiriyê jî nake ku hewleke ciddî bidin, bernameyeke rêkûpêk bête danan, bo hindê hem dever bête avakirin û hem jî asta jiyana xelkê deverê biçe serî û jiyaneke bextewer û xweşiyê ji bo xwe bibin ser. Berî niha birastî Şingal hemû demekî wekî giravekî bû li nav deryayekî da, evro ez dikarim bibêjim ku Şingal ya rizgare ji ber ku me li şûna yek rêyê me sê rê vekirin. Pişta Şingal jî emîn bû û tesfiye bû û em nahêlin kesek careke din li wê piştê xencerê li pişt ve re me bide. Ew dever wê her paqij be, emîn be û cihê kesekî xayîn û xeddar li wê derê namîne.

Cuhud jî dê berdewam bin bo wê hindê ku ev karesata bête nasîn wekî jenosayd û hewl berdewamin, hatiye dayîn û emê berdewam jî bin û me hêvî jî heye ku emê bigihin encamek. Bi vê munasebetê jî ez dixwazim îşaretê bi hindê bidim, çi ew şehîdên ku li karesata Şingalê hatiye şehîdkirin di destê terorîstan û çi ew xortên Feylî, çi ew Barzanî, çi ew 180.000 enfal, çi ew jin û zarokên ku bi jehrê xeniqiyîn li Helepçe û eve hemû dibêjine me, eger me bivêt jilê dahatî tuşî karesatên wiha nebin, tenha rêk ewe, em serbixwe bîn û berev serxwebûnê biçîn. Bi vê munasebetê jî me mubadereyek teqdîm kiriye ji bo hemû aliyên dinê siyasiyên Kurdistanî. Ez hêvîdarim hemû bi berpirsiyarane tehamulê li gel wê mubadereyê bikin bo wê hindê hemû pêkve me pê xweşe ji ber ku eve kareke eleqe bi hemû takeke Kurd ve heye û hemû takekî Kurdistanî ve heye. Min pê xweşe hemû pêkve, baş hizra xwe têde bikin berpirsiyarane reftarê têda bikin, ji ber ku me tu rêyeke din nemaye. Me gelek muhawele kir em şîrîk bîn, bira bîn, ji vir wê ve jî emê bira bîn, emê dost bîn, bes emê cîran bîn... Madem şeraket qebul niye, emê cîran bîn, ji bo wan jî baştire û ji bo me jî baştire. Lê belê bi xweşî û bi tefahum.

Em li rewşekî dane ne em dikarin ew sîlahê ku ji bo me lazime, bi dest bixîn, ne siyasiyen em dikarin ku wê biryara ku dixwazîn bidîn bidîn, ne aboriyen em dikarin ku wekî em dixwazin biryarê li ser bidin, yan divê em razî bibîn, divê xelkekî din biryarê li ser me bide û gazinde jî neyê kirin, yan lazime em xwediyê biryara xwe bîn. Xwediyê biryara xwe bîn, mucazefe jî divê û curet jî divê û ez hêvîdarim hemû takeke Kurd hazir be wê mucazefe bike û ew curet jî hebê. Eger ne divê êdî razî bin ku ev rewşa rastiya ku niha heye.

Ez naxwazim zêdetir dema we bigrim û zehmetê bidim we, ez dixwazim careke din tekez li ser wê yekê bikim ku Kurdistan welatê me hemûyane, hemû xelkên Kurdistanê azade, çi dîn ji bo xwe hilbijêrê, bîr û baweriyên siyasî çi hilbijêrê, Xwedê em hemû ebdên xwedê ne, xwedê yê me hemûyane, her kesekî çawa xwedayê xwe dinasê, azade, kesekî heq nîne dînê xwe li ser kesekî din ferz bike, kesekî jî heq nîne bibêje, bes ez rastim û xelkekî din hemû xelete, em hemû ebdên xwedê ne û em hemû jî birayê hevin, emê pişt û pena bîn ji bo hev û amadekariyên baş jî tênekirin ji bo rizgarkirina Musilê, ji bo me rizgarkirina Musilê jî gelek girînge, ji bo Herêma Kurdistanê û çawa min sozê daye xûşk û birayên xwe yên Êzîdî, ez wisa jî sozê didim xûşk birayên me yên Mesîhî, deverên wan jî emê ji bo wan rizgar bikîn û ewê dê xwediyê axaftina xwe bin.

Careke din zor spas ji bo we hemûyan û hezar hezar silav ji bo giyanê pakê hemû şehidan û înşallah dê her serkeftî bin û bawer jî bikin ku paşaroj û musteqbel ji bo we ye. Ew rojên tarî û ew karesatên ku heyîn êdî înşallah temam bû. Zor zor spas.





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 856