Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî kir


KRP.org | |
09/09/2017
Êvariya roja şemî 09.09.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ehmed Ebuxeyt Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Endamên Encûmena Bilinda Referandûma Herêma Kurdistanê amade bûn, Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina Da'îşê kir û pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Musilê li Serok Barzanî kir. Her wiha pêzanînên xwe ji bo pêşketina hemû aliyên Herêma Kurdistanê hebû û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bo Komkara Erebî girînge û Komkara Erebî xwazyarê aramî û bihêzbûna Kurdistan e.

Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî balkişand li ser wan êşan ku li ser gelê Kurdistanê da hatiye û ragihand ku li bin ronahiya bersîva Serok Barzanî ya ji bo nameyê, hatiye ku ji nêzîk ve di derbarê kêşeyan û paşaroja Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Serok Barzanî biaxive û wê yekê xisterû ku bi wê encamê gihîştiye ku pêwîste gelê Kurdistan bêparastin û her wiha derfetek bi Herêma Kurdistan û Iraqê bê dayîn ku bi pêkve bijîn û nîgeraniyên xwe jî bi Serok Barzanî ragihand li birêveçûna referandûma li Herêma Kurdistanê û daxwaz kir ku referandûm ji bo demeke din bê paşxistin û li bin çavdêriya civaka navdewletî danustandin li navbera Hewlêr û Bexda da bê kirin.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî û şanda li gel kir û ji bilî wê yekê balkişand li ser sedemên cûr bi cûrên şerê terorîstên Da'îş ragihand ku ji bilî nebûna çek û rewşa xeraba aborî Pêşmerge bi xwîna xwe efsaneya Da'îşê şikand û ewe ji bo gelê Kurdistanê cihê şanaziye. Her wiha behsa gefên terorê kir li ser aştî û bexteweriya gelan û ragihand ku rûbirûbûna terorê hewlekî hemû aliyene pêwîste û divê şerê fikrî û civakî û aboriya terorê jî bê kirin.

Di derbarê babeta referandûmê jî Serok Barzanî wê yekê bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî ragihand ku referandûm biryarekî take kesek nîne ku bi hêsanî bê paşxistin belku biryara xelk û hêzên siyasiyên Kurdistane. Her wiha balkişand li ser dîroka hevbeşa gelê Kurdistan û dewleta Iraqê û wan êşan kir ku li ser gelê Kurdistanê da hatiye û tekez li wê yekê kir ku ji wê dîroka hevbeş da şeraket nehat bi cîhkirin û tewafuq û destûr û rêkkeftin jî hatin binpêkirin. Serok Barzanî eve jî dûpatkir ku li gor ezmûnên şikestxwarî yên li qonaxên cûr bi cûr û bi cîhnekirina şeraket û binpêkirina destûr û rêkkeftinan, bawerî li navbera Herêma Kurdistan û Iraqê da nemaye, ji bo wê yekê gelê Kurdistanê biryara referandûmê daye û referandûm jî li dema xwe ya diyarkirî de tê encamdan û gelê Kurdistanê bi amrazên aştiyane û diyalog û danustandinan mafên xwe mîsoger dike.






SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 166