Serok Barzanî beşdarî paneleke taybet bi rewşa Iraq û Sûriye kir


KRP.org | |
20/01/2017
Roja în 20.01.2017 li sêyem roja Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî li panelek kir ku taybet bû bi rewşa Iraq û Sûriye û rûbirûbûna terorê.

Li panelê da Serok Barzanî balkişand li ser operasyona azadkirina Mûsilê û ragihand: "Bi piştrastiyê ve proseya rizgarkirina Mûsilê bi dû qonaxan wekî rêkkeftin li ser hatibû kirin ji aliyê Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê û hêzên Hevpeymanan li 17 cotmeha derbasbûyî destpêkir û Pêşmerge karî hêla bergiriya Da'îşê têkbişkînin û bi vê sedemê jî artêşa Iraqê karî ji bo rizgarkirina Mûsilê pêşve biçe".

Serok Barzanî balkişand li ser qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê û ragihand: Ew dema plana serbazî dihate danîn her ji destpêkê ve, min hewl da ku planeke siyasî hebê ji bo qonaxa piştî Mûsilê û hest bi lezkirinek dihate kirin, em rêkkeftîn li ser wê yekê ku lîjneyeke bilind li navbera Hewlêr û Bexda bê dirûst kirin ji bo çaresekirina wan kêşeyan ku têne pêş û li hemû aliyek ve pêwîste em vegerîne li ser raya xelkê navçeyê û rapirsî bêkirin ku ew daxwaza çi dikin û biryara çi didin û pêwîste rêz li biryara wan jî bê girtin çi wekî ku bajarê Mûsil û çi jî wekî parêzgeha Nînowa ji ber ku ew parêzgeh taybetmendiyeke xwe heye û fireh mezheb û ol û neteweye û her cûre awayeke birêvebirinê pêwîste desteberê mafên hemû pêkhatan bike û ew rûdanên di dema Da'îş de rûda divê dûbare nebin".

Serok Barzanî di derbarê guhertinên navçeyê û îdareya nû ya Amerîka ve ragihand: li gor wan peywendiyên li gel îdareya nû ya Amerîka rû daye, li gor ku ji wan aliyan ve me bihîstiye piştrastiya wê wê yekê kirine ku berdewam dibin li alîkarîkirina Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî Da'îş, pêşbîniya wê yekê dikîn îdareya nû zêdetir ji îdareya derbasbûyî li babeta rûbirûbûna terorê de alîkar bê û wê yekê jî me bihîstiye, lê belê pêwîste çaverê bîn û encamê bibînîn.

Serok Barzanî li panelê da di derbarê Iraq û Sûriyê ve ragihand: Kêbirkê û gengeşe ol û mezhebî û tayîfî li Iraq û Sûriye hebûna xwe heye û eve rastiye û çareseriyek bi lez jî zehmete, lê belê pêwîste kar ji bo peydakirina çareseriyek bê kirin nexwe aramî li van dû welatan pêknayê.

Li bersîva wan pirsiyarên ku gelo dirustkirina navçeyekî otonomî ji bo Kurdên Sûriye (Rojavayê Kurdistanê) dibê sedemeke ji bo aştiya li navçeyê da? Serok Barzanî got: "Bêguman ez piştgîriyê li her tişteke dikim ku ji aliyê xelkê Rojavayê Kurdistanê ve biryar li ser hatibe dayîn û li gel aliyan li ser rêkdikevîn, bi navê xwe ve diaxivim, eve xwesta xelkê ye û her wiha me li heman demê da zêdetir ji 300 hezar koçberên Sûriye himbêz kiriye, dixwazîn zûtir aştî pêkbê bo ku ew xelk vegerin ser mal û warên xwe".

Ji bo temaşekirina videoya vê panelê, ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 168