Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqa Federal kir


KRP.org | |
06/02/2017
Roja dûşem 06.02.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr Fuad Mehsûm Serok Komarê Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bû, serdana şanda bilinda Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê ya bi Serokayetiya Seyîd Emmar Elhekîm ya Herêma Kurdistanê nirxandin. Her wiha behsa wan girift û kêşeyan kirin ku li proseya siyasiya Iraqê da hebûna xwe heye.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê hevkêşeyên siyasiyên Iraq û navçeyê û li ber çav girtina gef û derfetên rola aliyên Kurdistaniyan li Iraqê û proseya siyasiya wê û her wiha babeta yasaya hilbijartinan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û pêwîstî mîsogerkirina yekrêziya aliyên Kurdistaniyan mijareke dinê vê civînê bû.





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 172