Serokayetiya Herêma Kurdistanê rapora taybet bi hengavên proseya çaksaziyê belav dike


KRP.org | |
15/02/2017
Piştî fermana birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li 10.02.2016 ya ji bo encamdana çaksazî û reformên li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dam û dezgehên peywendîdarên Herêma Kurdistanê eve saleke kar ji bo bi cîhkirina proseyê dikîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo berçavroniya raya giştî û agahdarbûna hemwelatiyên Kurdistanê rapora encama proseyê ya li vê dema yek salî da belav dikîn. Ew rapora li xwarê naveroka rapora taybet bi hengavên proseya çaksaziye ku ji pêşekî û neh mijar û beş û dawiyê pêkhatiye:

Rapora Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya taybet bi hengavên çaksaziyê

Pêşekî

Li rêkefta 10.02.2016 Serokê Herêma Kurdistanê çend xalekî girîng ji bo encamdana çaksaziyê belavkiriye, di dema meha Adara sala 2016 bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê zîncîreyek civîn li gel saziyên Herêma Kurdistanê hatine encamdan û nexşerêya karkirinê xistinerû. Li destpêka proseyê de, Serokayetiya Herêma Kurdistanê nêzîkî (100) dosye ji bo lêkolînê daye Desteya Destpakî û dosye li gor taybetmendiyê li ser aliyên peywendîdarên dadwerî de hatine dabeşkirin.

Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê, (3) sê lîjneyên taybet bi (Zêdeçûna li ser mulkê giştî), û (Derman û pêdiviyên pizîşkî), û (Wezareta Pêşmerge û serbazî) hatine pêkanîn, endamên lîjneyê li ser bingeha şarezayî û destpakiya li hemû bajarên Kurdistanê hatin diyar kirin bi bê berçavgirtina aliyên siyasî û hizbî.

Li heman demê de û li meha Şubata sala 2016, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li çarçêweya proseya çaksazî û rûbirûbûna qeyrana darayî û kêmkirina xercî û zêdekirina dahatê, dest bi derxistina komek biryar û pêkanîna komek lîjneyan kir. Her wiha hengavên şefafiyet li warê hemû proseyên neft û gaz li rêya hurbîniya serbixwe li dahat û xerciyên neft û gaz bi hemû naverokan ve destpêkiriye û xerciyên bikarbirinê ji bo nîv zêdetir hatine kêmkirin û dahat jî hatine rêkxistin.

Her li vê çarçêweyê da, Wezareta Plandanan bi hevkariya Banka Navdewletî nexşerêya çaksaziya aborî ragihand. Li heman demê da Wezareta Darayî û Aborî bi hevbeşî li gel komek şêwirmendên biyanî û navxweyî bernameya çaksaziyê li kerta darayî ya giştî û sîstema bankî de destpêkir.

Paşê jî sîstema Biyometrî ya ji bo tomarkirina hemû mûçexorên Herêma Kurdistanê bi medenî û serbazî û asayîşê ve hate ragihandin. Her yek ji saziyên Encumena Dadwerî û Desteya Destpakî û Dîwana Çavdêriya Darayî û Dawakarê Giştî, her yek li gor taybetmendiya xwe bi awayeke çalak li proseyê de beşdarbûn, û ji bilî amadekirina stratejiya niştîmanî ya ji bo berengarbûna gendeliyê. Raya giştî ya Kurdistanê agahdar dikîn ku ev prose berdewame û saziyên taybetmendên Herêma Kurdistanê li bi cîhkirina xalên din de jî berdewam dibin.

Li çarçêweya vê raporê da, bi kurtî wan hengavan ji bo raya giştî dixînerû ku saziyên Herêma Kurdistanê bi hevbeşî encam dane:

Mijara Yekem:

Neft û dahat û xerciyên giştî

Yekem: Pêşxistina şefafiyet li rêya hurbîniya serbixwe dahat û xerciyên neft û gaz a li Herêma Kurdistanê

Encûmena Wezîran li ser pêşniyara Encûmena Herêmê ya ji bo karubarê neft û gaz bi biryara hejmara (73) li rêkefta 03.02.2016, Encûmena Herêmê raspard ji bo bestina girêbest li gel saziyên navdewletiyên serbixwe yê bawerpêkirî û taybet ji bo hurbîniya navxweyî ya hemû qonaxên proseya berhemanîn û muamelekirin û henardekirin û hêjayê darayiyên kompanyayên neft û proseya firoştina neft û gaz a Herêma Kurdistanê û berhemên wê yên çi li nav bazara navxweyî yan li rêya boriyan henardeya nefta Herêma Kurdistanê ya bendera (Ceyhan) bi dahat û xerciyan ve li destpêka destpêkirina çalakiyên neft û gaz li Herêma Kurdistanê û bi berdewamiya wê. Bi biryara Encumena Herêmê ya hejmara (439) li 05.05.2016, biryar hate dayîn ku destnîşankirina wê saziya ku hurbîniyê encam dide li nav baştirîn kompanyayên hurbînîkirina navdewletî.

Proseya tender, ji aliyê Encûmena Herêmê ya ji bo karubarê neft û gaz hatiye rêkxistin û bi navê diyarkirina baştirîn û guncawtirîn derfet li ruyê teknîkî û darayiyê ve. Ji bo wê yekê li rêkefta 05.10.2016 Encumena Herêmê girêbest li gel kompanya (Deloitte) îmzakir. Her wiha li rêkefta 30.11.2016 Encumena Herêmê girêbest li gel kompanya (E&Y) îmzakir.

Projeya Encûmena Herêmê ya ji bo hurbîniya serbixwe ya dahat û xerciyên neft û gaz ya hemû proseyên neft û gaz li Herêma Kurdistanê li xwe digre û hîç warekî li derve nehiştiye û ew jî bi vî awayiye: Proseya berhemanîn, palawtge û berhemên neftê, danustandina nefta xav li bazara navxweya Herêma Kurdistanê, firoştina nefta xav li ser asta bazara navxweyî, nefta henardekirî li rêya boriyên henardeya Herêma Kurdistanê - Ceyhan, henardekirina neft li rêya tankeran, hêjayiya darayî ya kompanyayên neftê, ew padaştên îmzakirina girêbest û berhemanîn ku li kompanyayên neftê hatine wergirtin û hurbîniya xerciyên wan hemû bire pareyan, hejmara hesabên dahat û xerciyên neft û gaz li bankên nav Herêma Kurdistanê û derveyê wê, proseyên peywendîdar bi boriyên henardekirina nefta Herêma Kurdistanê. Yek ji kolegeyên serkeftina projeya hurbînîkirinê, xistineruya data û zanyariyên di derbarê hemû proseyên neft û gaz li Herêma Kurdistanê, wekî li birge û xalên pêşî jî hatiye balkişandin. Ji bo vê mebestê, malpereke elektronî hatiye damezrandin ku hemû dokument û girêbest û raporên aliyên peywendîdar û data û zanyariyên nûkiriyên rojane li xwe digre û li sala 2003 li sertir li xwe digre.

Piştî pêşkêşkirina rapora encama hurbîniyê ji aliyê her dû kompanyayên hurbîniyên hatiye balkişandin û ya Encumena Herêmê ya karubarê neft û gaz, bi kurtî raporê dixine ber raya giştî li gel bi cîh gihandina rêkarên pêwîst li ser rasparde û encamên li raporê da hatî. Her ji vê mebestê jî Encumena Herêmê ya karubarê neft û gaz bernameya damezrandina grûpa xwe ya duvdaçûnê heye ji bo bi cîhkirina projeyên hurbîniyên neft û gaz bi mebesta agahdarbûna xelkê Kurdistanê ji pêşveçûna kar û çalakiyên proje û berbestên wê, plana paşarojê ji hurbînîkirina hemû dahat û xerciyên neft û gaz ya li Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2017 pêkhatiye.

Ji bo vê mebestê jî hemahengî li gel Desteya Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê hatiye kirin û li ber çavgirtina serbixweyî ya Dîwana Çavdêrî li gor yasaya Dîwana Çavdêriya Darayî.

Duyem: Bac

Proseyekî îcraat û lêpirsînê destpêkiriye û çend lîjneyekî lêkolînê hatine pêkanîn û çend kesek jî radestî dadgehê hatine kirin, û guhertinên kargêrî jî gelek hatine kirin. Bi sedema van îcraatan ve, bi sedan milyon dînar ji bo xezîneya Hikumetê vegeriyaye.

• Li gor biryara Encûmena Herêmê ya neft û gaz hejmara (4452) li 25.10.2016, bac ji kompanyayên neft û gaz tê wergirtin ku berê nebû.

• Hîç cûre îstîsnayek û bexşînek ji bac nemaye û deshilata texmînî û xemlandiya bac jî li qerzdarên bac hatiye standin û rêjeya wê ya cêgîr hatiye danîn.

• Bac li ser zevî bi tal û bacê ser pizîşk û dermansaz û zêrîngiran û bac li ser fermanberên biyanî û baca xanîbereya mîrî bi tevahî hatiye rêkxistin û eve jî bandorê li ser dahata giştî dike.

• Kêşeya wê budceya xîtamiya kompanyayan ku jimêryarên yasayî amade dikirin sedemeke serekî ya kêmbûna dahatê bû, ji ber ku li gor budçeyê herdem kompanya li zererêdabûn û zêdetirê wê budçeyê nedirustbûn. Ji bo wê yekê rênimayiyên nû hatin derxistin ku her budçeyek kêmasî û zanyariyên şaş têda hebê, wê demê li rêya dadgahê ve ew doz têne yek alî kirin.

• Di derbarê wan kes û kompanyayan jî ku bacê nadin, li gor yasa muamele li gel wan da tê kirin heta sînorê biryara qedexekirina sefer li ser wan ku yasa rê daye.

Sêyem: Kêmkirina xerciyên giştî

Piştî birîna beşa budçeya Herêma Kurdistanê li meha şubata sala 2014, Encumena Wezîran bi nûsrawa hejmara (1018) li 11.02.2014 biryar da bi kêmkirina xerciyên kirîna şimek û dabînkirina xizmetguzarî û çakkirinê bi rêjeya %70 û kêmkirina xerciyên giştiyên din bi rêjeya %50, li gel berçavkirina rewşa taybetî hinek ji wan Wezaretên ku xizmetguzariyê giştî peywendîdar bi debara rojaneya hemwelatiyan pêşkêş dikin, wekî tendirustî û paqijkirina bajaran û parastina asayîşa giştî û perwerde û kareba û kêmkirina xerciyên taybet bi kirêgirtina xanûbere bi rêjeya zêdetirê %50, û xerciyên otombêl û sedemên dinê veguhestin û sûtemenî û xizmetguzariyên wan bi rêjeya %40, û ragirtina yekcarekî kirîna kelupelên nepêwîst bi taybetî kirîna otombêl ji bo xwediyê wezîfeyên bilind, bi cûreyek bi giştî xerciyên giştiyên Herêma Kurdistanê li sala 2013 da (18) trîlyon û (700) milyar dînar bû, lê belê li heşt meha yekema sala 2016 da bi giştî xerciyên giştî tenê (5) trîlyon û (34) milyar dînar bû, ji bilî wê yekê ku kurtanîna budçe bi rêjeya %80 dabeziye, di demek da kurtanîn li sala 2014 da şeş milyar û nîv dolar bû li yek sal da, lê belê li sala 2016 buye yek milyar û sêsed milyon dolar. Ji aliyeke din ve, xerciyên kareba li kirîna gazoil ji bo wêstgehên kareba buye bi sifir, di demek da li salên berê, salane nêzîkî li navbera (2) heta (3) milyar dolar ji bo berhemanîna kareba ji aliyê kerta taybet dihate xerc kirin. Ji bilî kêmkirina hinek xercên dinê wekî xerciyên bi çapkirina kitêban li Wezareta Perwerde wekî mînak.

Her wiha li jêr ronahî yasa û rênimayiyên karpêkiriyan, babeta şand û sefera fermanberan ku bargiraniyeke zêde li ser budçeya hikumetê dirust kiribû hate rêkxistin û Wezareta Darayî û Aborî wekî aliyê peywendîdar hate raspardin ji bo derxistina komek rêkarên guncaw ku şand û sefera fermanberan li hundir û derveyê Herêma Kurdistanê rêkbixe û di dema niha da kar bi rênimayiyên nû têkirin.

Çarem: Zêdekirina dahatên giştî

Bi mebesta rêkxistina dahatên giştî yên li Herêma Kurdistanê bi berev zêdekirina gumrig û bac û sizayên darayî û resm û kirêya xizmetguzariyên li Herêma Kurdistanê û çaksaziya li prose û mekanîzma komkirina wan dahatan, li ser asta gumrigan, rêkxistin ji bo (530) pênaseyên gumrigî bi berev hêsankarî û pêşxistina tevgera bazirganî li derbazgehên sînoran hatiye kirin, ji bilî piyadekirina sîstemekî elektronî nû ji bo bestina xalên gumrigiyan li derbazgehên sînoriyên Herêma Kurdistanê û tomarkirina hemû proseyên gumrigî kala û xizmetguzariyan bi awayeke elektronî ku bi navê pêkanîna şefafiyet û hêsankariya ji bo bazirganan bûye. Niha her dû komelgeha gumrigî (Hacî Omeran) û (Başmax) ev sîstema nû kar dike û di demeke nêzîk da hemû derbazgehên din jî li xwe digre.

Li ser asta rusumat, li hemû Wezaretan rêkxistin û guhertineke ber bi çav li rusumatan de hatiye kirin, her wiha mulkên Wezareta Bajarvanî û Ewqaf hate nûjenkirin û duvdaçûnek li ser kirêdanê hatiye kirin.

Mijara Duyem:

Wezîfeya giştî û sîstema tomarkirina biyometrî

Armanca vê sîstemê ji tomarkirina hemû mûçexorên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatiye ku li sîstemeke elektronî biyometrî navendî da ji bo her kesek bi berdewamî mûçe ji hikumetê werbigre, li jêr her nav û navnîşanek da bê, pêwîste ew xwe li vê sîstemê da tomar bike. Ev projeya niştîmanî bi serpereştiya Cîgirê Serokê Hikumetê li meha 11a sala 2016 bi fermî destpêkiriye, bi beşdariya (75) binke û zêdetirê (240) pencere li seranserê Herêma Kurdistanê û heta destpêka meha adara 2017 berdewam dibê. Piştî temambûna projeyê, Hikumeta Herêma Kurdistanê datayekî dirustê di derbarê mûçexoran destdikeve, ku dibê bingeha pêdaçûna bi mîlakata kertê giştî. Duvdaçûn û hurbînîkirina hemû mûçeyan ku ji niha de zêdetirê %70 ê budçeya hikumî ji bo wê tê xerc kirin. Her wiha ev sîstem, mûçexorê wehmî û neyasayî û dûbare neyasayî nahêlê, û li paşarojê jî de dibê sedema nehiştina diyardeya mûçexorên bindîwar. Ev sîstem mûçexorên kertê serbazî û hêzên asayîşa navxo û dezgehên emniyan jî li xwe digrê. Her ji vir jî daxwaz ji hemû mûçexoran dikîn ku xwe tomar bikin û hawkar bin li serxistina proseyê. Ji bo serkeftina proseyê û rêgirtina li her serpêçiyek, Encûmena Wezîran biryar daye ku heta sîstema biyometrî temam dibê bi hîç awayek li cîhdanan û nehêlan û guhertin li mîlakatê de neyên kirin û hemû dam û dezgehên herêmê jî bi serbazî û emnî ve jî divê li gor sîstema merkezî mûçe werbigrin, wate lîsta mûçexoran biçê xezînê paşê Wezareta Darayî û Aborî kar li ser bike.

Ji aliyeke din ve ji bo çaksazî û çareseriya hemû kêşeyên dinê peywist bi wezîfeya giştî, bi taybetî ewên peywendîdar bi pileyên bilindkirinê neyasayî û pasewanî berpirs û dermal û xanenişînên neyasayî, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hengavên kirdarî destpêkiriye û rasparde jî me daye hikumetê ku divê qonax bi qonax serpêçî bêne çareser kirin.

Babeta pêdana pileya wezîfî û bilindkirina pileya wezîfî li gor yasa û rênimayiyan li piştî destpêkirina wan hengavên çaksaziyê bi hemû cûreyek û ji bo hemû kesek hatiye ragirtin û nehatiye encamdan.

Ewê peywendîdare bi sûdmendên tora civakî û hevkariya kêmendaman û bexşînên civakî, rênimayiyên nû derçuye bi rêkxistina wan waran bi cureyek ku tenê kesên hêja sûdmend bin li ser bingeha rapora pizîşkî û nirxandina rewşa darayî û bijêwî sûdmendan, û li çarçêweya projeya stratejî ya karubarên civakî li gel banka navdewletî bi berdewamî rênimayiyên nû tênekirin, û her li vî warî da mûçeya taybetî (23) hezar kesan hatiye birîn ku merc têda nebûye, ji bilî nehiştina navê zêdetirê (20) hezar kesên ku bi navê kêmendam mûçeyê werdigirtin û hêjayî wê nebûn.

Mijara Sêyem:

Zêdeçûna li ser mulkên giştî

Bi biryara hejmara (8) li sala 2016, lîjneyeke taybet bi duvdaçûn û komkirina zanyariyan li ser zêdeçûna li ser mulkê hikûmetê pêkhat, di dema karkirina vê lîjneyê da ku ji Dawakarên Giştî yên parêzgehên Herêma Kurdistanê pêkhatibû, hengavên baş ji bo sînûrdanana li ber zêdeçûnê kar li ser kirine.

Ji bilî destpêka karan da, zêdetirê (20) bîst berpirs û fermandeyên serbazî û kesên berpirs de lêpirsîna dadwerî li gel wan da hatiye kirin, û bi sedan donim zevî zêdeçûn li ser wan de hate hilgirtin, her wiha ew berpirsên kargêriyan jî ku li îdare li gel wan da hevkar bûn ji bo encamdana zêdeçûnê hatine destgîr kirin û rûbiruyê lêpirsîna dadwerî‌ bûn û ji wezîfe jî hatine dûrxistin, wekî mînak tenê li sînorê parêzgeha Hewlêrê da karîne heta radeyeke gelek baş zêdeçûna sînûrî ji bo wan bê danîn. Hîç kes ne ji derveyê yasaye, naveroka navê wan kesên hatine destgîrkirîn û ew zeviyên zêdeçûnê li ser hatiye kirin û ew xerame û ew pereyên ku ji wan hatiye wergirtin li ber destê lîjneya çaksazî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê daye, wekî mînak tenê li sînorê qaymeqamiya navendî ya Hewlêrê (103) zêdeçûn di demeke kêmtirê şeş mehan de hatine têkdan, (257) cihên neyasayî û serpêçîkar hatine daxistin li benzînxane û restorant û qumarxane û kargeha xaz û hwd. tenê li bajarê Hewlêrê (43) bîrên payl li vê demê dest li ser da hatiye girtin, ew hemû kesên ku serpêçî kirine radestî dadgehê kirîne.

Li zeviyên banevanî (musatehe) de, hengaveke baş hatiye avêtin û hejmareke zêdeyê zeviyên musatehe ku di dema wê ya yasayî destpênekiriye hatine wergirtin û komek îcraat jî li ser serpêçî ya li vî warî da hatine kirin û prose jî berdewam dibê, û di dema sala 2017 da bi tevahî kêşeyên peywist bi banevanî têne çareser kirin, û divê wergirtina musatehe bi zêdekirina eşkere û bi awayeke şefaf û li gor rêkarên yasayî birêvebiçê. Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê aliyên peywendîdar agahdarkirine ku nabê bi hîç awayekî girêbestên musatehe û veberhênan bêne kirin û nabê hîç musateheyek bê temlîk kirin.

Ji bo çareseriya mulkên dagîrkiriyên hikûmî û kêşeya zêdeçûna li ser zeviyê hikûmet û rêkxistin girêbestên musatehe, rêwşuwênên pêwîst li ber hatine girtin û li paşarojeke nêzîk da biryar û rêwşuwênên kirdarî û pêwîst ji aliyê hikûmetê ve bêne kirin. Li ser asta dawakarê giştî jî ji bo rêgirtina li zêdeçûna zêdetir li (900) lêpirsînên yasayî dijî serpêçîkaran li dadgehên Herêma Kurdistanê hatine encamdan.

Mijara Çarem:

Wezareta Karubarê Pêşmerge û Serbazî

Li gor biryara hejmara (5) li 21.04.2016, Serokê Herêma Kurdistanê lîjneyekî taybet bi Wezareta Karubarê Pêşmerge û Serbazî ve pêkanî. Piştî destpêkirina karên lîjneyê, Serokê Herêma Kurdistanê wekî fermandeyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê çend biryarekî girîng da, yek ji wan jî qedexekirina dû postên li nav Wezareta Karubarê Pêşmerge û Yekîneyên (70) û (80) hate ragihandin. Her wiha li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Wezareta Karubarê Pêşmerge hate kirin ku tevahiya wan lîjneyên ji bo kirîna çek û kelupel û azûqe li Wezareta Karubarê Pêşmerge hatine pêkanîn bêne hilweşandin û her dû birêvebiriya giştî ya girêbestan û fermangeha yasayî hatin pabend kirin ku palpişt bi yasa û rênimayiyên taybet bi warên girêbest kirinê encam bidin û derfeta wekheviyê bi tevahiya kompanyayan bidin ku li kêmgeriyan (munaqese) beşdar bin. Her wiha biryar hate dayîn ku lîjneyek bi mebesta lêkolîn û hurbîniya li qerzên Wezareta Karubarê Pêşmerge bê pêkanîn û radeya pêwîst ya Wezaretê bi wan xerciyên ku hatine kirin.

Ji bo yekxistin û rêkxistina warên xanenişînên Pêşmerge çend biryarek hate dayîn ku têda daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin ku tevahiya birêvebiriyên taybet bi xanenişînên Pêşmerge bêne hilweşandin û dosyeyên xanenişînê tenê li yek birêvebiriyê de bê komkirin ku ser bi birêvebiriya giştî ya xanenişînê bê li Wezareta Darayî û Aborî û biryar hate dayîn ku pêkanîna lîjneyekî taybet ji bo paktawkirin û hurbîniya tevahiya dosyeyan û her dosyeyek li gor yasa û rênimayiyan û xizmeta Pêşmergayetiyê bê rêkxistin û nabê hîç xanenişînkiriyeke neyasayî bê kirin li gel wan Pêşmergeyên qehreman û azayên ku jiyana xwe ji bo rizgarî û bergirîkirina welat terxan kirine û dikin. Ev biryar ketine warê bi cîhkirinê û rêwşuwênên pêwîst ji bo bi cîhkirina wan hatine girtin.

Wezareta Karubarê Pêşmerge bi xwe jî komek çaksaziyên girîng encam daye. Wekî mînak, (1566) efser û Pêşmerge li baregeha Wezaret hatine kêmkirin, her wiha çendîn beş û birêvebirî li nav Wezaret hatine kêmkirin. Bi vê yekê jî sedan milyon ji bo xezîneya hikûmetê vegeriyane‌. Eve ji bilî kêmkirina xerciya çakkirina otomobêl û sûtemeniyê. Lîjneyek ji nû ve bi lîsta kêmendamên senger da diçê û heta niha bi giştî (867) kes ku ji aliyê lîjneyên pîspor da hatine dîtin, (253) kêmendam rêjeya kêmendamiya wan hatiye hilweşandin û hemû ew hêjayên darayiyan jî ji wan hatine wergirtin ku berê bi nerewa wergirtibûn, prose jî berdewam dibê û hemû kêmendamên senger careke din pişkinîna pizîşkî ji bo wan tê kirin. Her wiha biryar hatiye dayîn pêdaçûn bi lîsta xanenişînên serbazî bê kirin û çareseriya serpêçiyên yasayî bê kirin. Di derbarê wan efser û karmendên li Herêm û Bexda li yek demê da dû mûçe wergirtine, heta niha (90) efser îcraat li gel wan da hatine kirin û (70) efserên din jî li jêr hurbîniyê dane û prose berdewam dibê.

Zêdetirê (12) dosyeya gendeliyên taybet bi Wezareta Karubarê Pêşmerge radestî Desteya Nezahe kirine û lêkolîn li ser beşeke van dosyeyan destpêkiriye û rêwşuwênên yasayî beramber tometbaran hatiye kirin bi bê berçavgirtina pile û postên serbazî ku hilgirtine. Her wiha plana guhertineke mezin û girîng li Wezareta Karubarê Pêşmerge li ber dest dane û li paşarojeke nêzîk da têne bi cîhkirin.

Mijara Pêncem:

Derman

Bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê hejmara (10) li rêkefta 11.07.2016 lîjneyeke taybet bi kêşeyên derman hatiye pêkanîn. Lîjne di dema karkirina xwe da heşt dosyeyên dermanê amadekir û pêşkêşî Desteya Nezahe kirin. Lîjne gihîşte komek encam û raspardeyên girîngên çawayiya rêgirtina li dermanên qaçax û sexte, her wiha rêkxistina kirîna derman û çareseriya kêşeyên kalîta kontrola dermanê û hwd.

Ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ve hengavên kirdarî destpêkirine, ji bo çareseriya kêşeyên derman û pêdiviyên tendirustiyê û biryara pêkanîna komek lîjne jî derketiye û ji bo vê yekê jî ewên li kalîta kontrola derman kar dikin û nabê bi hîç awayek li kerta taybet kar bikin. Her wiha biryar hatiye dayîn ku li paşarojê de kirîna derman bi awayeke navendî bê û saziyeke taybet serpereştî û çavdêrîkirîna dermanê bike. Di vê demê de hewl hatiye dayîn rêkar û îcraatên pêwîst beramber dermanxane û komgehên derman bê girtin ku serpêçî kirine û bi dehan ji wan hatine daxistin û beşek jî ji xwediyê dermanxaneyan dane dadgehê, tenê li bajarê Hewlêrê dest li ser (101) ton derman û kelupelên dem li ser çûyî hatine girtin.

Mijara Şeşem:

Guhertina kargêrî û heykeliyeta Hikûmetê

Yekem: Guhertinên kargêrî

Ji wan guhertinên li sala derbasbûyî de hatine kirin, hewl hatiye dayîn li gor pêver û merc û salên xizmet û şiyan û jêhatîbûn û pakî û nezahet û xalbendî û komek merc û bingehên din bê, ku CV pêşkêş kirine ji bo her postek komek kes pêşbirkê li ser kirine, hewldane li guhertinan de handan ji bo postên kargêriyan hebê. Wekî mînak çend birêvebiriyeke nahiyeyan hatine vekirin qaymeqam, yan yarîdederê birêvebirê giştî kirine birêvebirê giştî. Ji bo her yek ji birêvebirên giştî û qaymeqam û birêvebirên nahiye û postên din jî li Encûmena Wezîran pêverên taybet hatine diyar kirin û salên xizmeta wezîfî û komek merc ji bo her yek ji wan postan hatine diyar kirin. Tenê ji bo wan jî ku demeke zêdeye li postên xwe dimînin, pêverên kargêrî hatine diyar kirin û eve jî ezmûnekî başe û ew guhertinên kargêriyên ku êdî têne vekirin li ser wan bingehan têne encamdan û proseya guhertinan jî berdewam dibê.

Duyem: Biçûkkirina peykerê Hikûmetê

Nirxandineke hur ji bo pêdaçûn û biçûkkirina heykeliyeta Hikumetê hatiye amade kirin û di dema asayîbûna rewşa siyasî ya Kurdistanê dixine ber Parlemenê. Ji aliyeke din ve Encûmena Wezîran lîjneyekî pêkanî ji bo biçûkirina peykerê Hikûmetê ku ewe jî li desthilata Encûmena Wezîran daye. Li encama karên wê lîjneyê, bi giştî (4212) hobe û (1534) beş û (452) birêvebirî hatin kêmkirin. Bi vê yekê jî zêdetirê milyarek dînar tenê kirêya bînaye û zêdetirê dû milyar dînar xerca kargêrî ya salane kêm dibê.

Mijara Heftem:

Rûbirûbûna gendelî û rêwşuwênên dadweriyan

Yekem: Stratejiya niştîmanî berengarbûna gendelî li Herêma Kurdistanê

Desteya destpakî bi hevkarî li gel Encumena Wezîran û saziya (Westmînster) a Brîtanî ya ji bo demokrasî û rêxistinên civaka medenî stratejiya niştîmanî, berengarbûna gendelî li Herêma Kurdistanê nivîsiye û dema stratejiyê bi pênc sal hatiye diyar kirin û warê serekiyên stratejiyê li warên xweparastin û şefafiyet, bi cîhkirina yasa û duvdaçûna dadweriyê, hişyariya perwerdeyî û fêrkarî û rahênan û beşdariya civakê bi hevkarî li gel Ajansên Navdewletî pêkhatiye. ji bo her yek li van waran jî plana kar hatiye danîn û lîjneyeke bilind hatiye pêkanîn ji bo çavdêriya bi cîhkirina stratejiyê. Li çend rojên pêş de stratejî ji aliyê Encumena Wezîran da tê pesend kirin.

Duyem: Dosyeyên gendeliyê

Li sala 2016, karên desteya destpakî bi rêjeyekî ber bi çav zêde kiriye, li salek da (229) zanyariyên gendeliyê bi desteya destpakî gihîştiye, li gel (156) hewalderî. Bi giştî (191) halet bûne dawayê sizayî û (138) doz li bin lêkolînêdane, û (50) halet jî radestî dadgehê hatine kirin.

Bi giştî (362) kes fermanê amadebûn û destgîrkirinê ji bo wan derketiye û li vê rêjeyê da (301) halet hatine bi cîhkirin. Ev hêla germ jî ku li navbera desteya destpakî û hemwelatiyan da hatiye vekirin, çalakane kar kiriye û hemwelatî li rêya vê hêlê da beşdar bûne li rûbirûbûna gendeliyê.

Li ser çekê bankî û kêşeyên veberhênanê da komek îcraatên dadwerî yasayî hatine kirin û lêkolîn û îcraat li van dû waran da berdewam dibin û di demeke nêzîk de encamên wê bi rûnî diyar dikevin. Her wiha Dîwana Çavdêriya Darayî li proseya hurbînî û pêşkêşkirina proje û nêrînan da roleke xwe ya diyar li proseyê de hebûye.

Bi navê serxistin û palpiştîkirina proseyê birêz Serokê Herêma Kurdistanê li fermanek da li 17.04.2016 hemû Wezaret û saziyên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend kiriye ku rêkarên pêwîst û hêsankarî ji bo Dîwana Çavdêriya Darayî li ber bigrin bo ku Dîwana Çavdêriya Darayî erk û desthilata xwe bi baştirîn awayî bi cîh bike.

Mijara Heştem:

Plana reforma aborî û Wezareta Plandananê

Ev plan ji aliyê Wezareta Plandanan û Banka Navdewletî û Wezaretên dinê peywendîdar ve hatiye amadekirin û ji bo sê sal wekî nexşerêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo reforma aborî hatiye pesend kirin.

Ev hengavên ku heta niha li ser asta vê nexşerêyê û Wezareta Plandanan de hatine pêkanîn ji guherîna rênimayî ya girêbestên giştî bi awayeke ku li gel standardên navdewletî guncaw bê û li rêkefta 09.08.2016 ketiye warê bi cîhkirinê, her wiha derxistina rênimayiyekî dinê taybet bi bi cîhkirina proje li ser bingehên hevbeşîkirina kertên giştî û taybet, eve jî bi navê berev pêşvebirina kertê taybete. Her wiha stratejiya parastina civakî hatiye dariştin ji bo parastina çîna hejar û kêmderamet, ku taybete bi ferahemkirina bazara kar û xanenişîniyê û bîmeya civakî û torên parastina civakî. Ji bilî van li çarçêweya nexşerêya reforma aborî projeya birêvebirina darayî giştî (bûdçeya projeyên jêrxanê) temambûne û peymangeha Kurdistanê ya ji bo kargêriya giştî bi hevkariya Hikûmeta Koriya Başûr ji bo bilindkirina şiyana miroviyan û karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatiye û roja 01.07.2017 dest bi sazdana xulan tê kirin. Her wiha planekî nû hatiye dariştin ji bo tomarkirina kompanyayan ku eve jî bi navê berfirehkirina rola kertê taybete.

Mijara Nehem:

Vegerandina mulk û saman

1. Proseya lêpirsînê li mulk û malê wan berpirsan bi nesiruştî û neyasayî dewlemend bûne destpêkiriye û çendîn berpirsên bilind li Kurdistan û Bexda niha li jêr lêkolînêdane û birekî zêdeyê wan saman û mulkê bi nerewa behra wan ketiye, ji wan hatiye wergirtin û ev prose jî berdewam dibê.

2. Heta niha bi sedan donim zevî ji kompanyayên mezin hatine wergirtin û prose jî berdewam dibê.

3. Di derbarê wan mulk û samanên vegerane û vedigerin, li proseyekî pak û şefaf li gel aliyên hikûmî yê peywendîdar biryar lê tê dayîn ku ji bo çi û çawa hatiye bikaranîn.

4. Li paşarojê de naverokeke zêdetir li ser vê proseyê ji bo raya giştî ya Kurdistanê tê belav kirin.

Dawî

Ev hengav destpêka karane û xelkê Kurdistanê mafê xwe yê rewaya ku li benda hengavên mezintir û bi bandortir bibe û girînge em hemû aliyek dûr li berjewendiya hizbî temaşa proseya çaksazî û rûbirûbûna gendeliyê bikîn û prose bibê proseyekî seranserî û niştîmanî û berdewam û wekî zeruretekî niştîmanî muamele li gel da bikîn. Tekez jî dikîn ku li vê proseya ku destpêkiriye, kes nabê parêzbendî hebê û divê hemû kes û aliyek bigrê bi bê ber çavgirtina pêgeya siyasî û civakî û wezîfî.

Ew hemû çaksazî jî li kêmkirina xercî û zêdekirina dahat û rêwşuwênên rûbirûbûna gendeliyê li ber hatine girtin û bi navê baştirkirina jiyan û debara xelkê Kurdistanê rêwşuwên berdewam dibê û divê bandorê li ser guzeraniya xelkê hebê‌. Her ji vir ve carekî din spasiya xwe ji bo xweragiriya xelkê Kurdistanê dûbare dikin û dilniyayîn li sayeya xwîna şehîdên me û qehremaniya Pêşmerge û xweragiriya xelkê Kurdistanê paşarojeke ronak li benda gelê meye.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
15.02.2017





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 632