Serok Barzanî li gel kesayetî û rihspiyên pêkhatên Başîkê civiya


KRP.org | |
16/11/2016
Roja çarşem 17.11.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana bajaroka nû azadkiriyê Başîkê kir û civîneke cemawerî da li gel kesayetî û rihspiyên hemû pêkhatên neteweyî û oliyên wî bajarî civiya û gotarekî pêşkêşî amadebûyan kir.

Di destpêka gotara xwe de Serok Barzanî spasî Pêşmergeyên qehreman kir û ragihand we serê gelê xwe bilind kir û niha nêzîkî tevahiya axa Kurdistanê ji destê terorîstên Da'îş hatiye paqij kirin.

Serok Barzanî bajaroka Başîkê wekî tabloyekî xweşik ya Kurdistanê wesif kir ku şanaziyê pêve dikin û têda neteweyên cûda, olên cûda û mezhebên cûda hemû birayane pêkve dijîn û eve ew Kurdistane ku em dixwazin û Pêşmerge xwîna xwe ji bo wê rêht ku hemû take keseke li vî welatî da azade çi bîr û baweriyek ji bo xwe hilbijêre û çi dîn û mezhebek ji bo xwe hilbijêre û li her neteweyek bê, pêş hemû tiştek em li vî welatî da xuşk û birayê hevin.

Serok Barzanî her wiha got: Eve ew tabloya xweşike ku em şanaziyê pêve dikin, Mela li mizgeft bang dide, li Dêr û Kilîseyan zeng lê dide û Êzdî jî li perestgeha xwe perestiya xwe bi cîh tînin. Eve armanca me ye û her wiha jî dimîne. Pêşmerge xwîna xwe riht ji bo wê yekê axa Kurdistanê rizgar bibê û wan bihayên mezin biparêze.

Serok Barzanî got: Gelek kes dipirsin ji bo çi divê Pêşmerge şerê Mûsilê bike? li bersîva wan da dibêjim heta Mûsil aram nebê, asayîşa Herêma Kurdistanê metirsî li ser dibe.

Her wiha got: Çarenûsa Mûsilê ji bo me gelek girînge ji ber ku berî hatina Da'îş 300 hezar Kurd li Mûsilê dijiyan.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî got: Me rêkkeftinek li gel Amerîka da heye, bi awayeke rûntir, li navbera Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) her wiha li navbera Wezareta Pêşmerge û Hikumeta Iraqê heye û ew hêla berevaniya pêş şerê rizgarkirina Mûsilê bi tu awayekî guftûgo li ser nayê kirin, ew hêla niha em têdane armanca me li vî derbarî de eweye asayîşa wê û xelkê navçeyê parastî bê û Pêşmerge piştevaniya wan dike, me rêkkeftin li gel artêşa Iraqê heye ku Pêşmerge diçê ku û artêşa Iraqê diçê ku û li ku li gel hevdû dibîn û li ku jî bi tenê dibîn, lê belê yek tiştê ji we re dibêjim em careke din nahêlîn û nahêlîn koçber bibin û kes destê xwe bo we dirêj bike, ji wê jî piştrast bin û hîç hizreke şaş ji bo we dirust nebê û em bi rêkkeftinan ve girêdayî ne lê belê ew rêkkeftina ku mîsogeriyê li paşaroja we bike.

Balkişand li ser wê yekê kir ku di destpêka hatina Da'îş da hinek kes çavsax bûne û hevkariya Da'îşê kirin, niha eger ew bixwazin bi navê koçberan rû bikin van cihên ku Pêşmerge rizgar kirine, bi piştrastiyê ve bi tu awayeke rê nadîn wan û ewên bûne hevbeşê tawana Da'îşê wan heman çarenûsa Da'îşê dibe.

Serok Barzanî tekez li ser ewe kir, ewên destdirêjî û tawanê li dijî keçên me encam dane, her li ku bin divê baca wê tawanê bidin û tolê li wan bistînin.

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo wan rêxistinên ku Kurdan bi tolhildanê tometbar dikin got: Herêma Kurdistanê zêdetirê yek milyon û nîw koçberan li xwe girtiye, ewe ji bo çi li berçav nagrin? Ew her çawa bîr û ramanan dikin asayiye, lê belê ewe siyaseta meye û em bi tu awayeke rê bi tawanbaran nadîn bi navê koçberan ve vegerin wan navçeyan.

Serok Barzanî li gotara xwe de behsa pirsên navxweyiyan kir û got: Hinek kes hewlê dan kudeta encam bidin, ez dû pirsiyarê li wan dikim, gelo rewşa we berî kudetayê baştir bû yan niha, we çi bi dest anî û we çi guherand? Hun hewqas din jî hewl bidin û xwe biwestînin hîç tiştek bi destê we nakevê û şîretê li we dikim xwe newestînin û wekî berê dîsa wê tiştek ji destê we newê.

Her wiha got: Eger hun dixwazin fermo kerem bikin, herdem em li gel çareseriya aştiyanedane, eger hûn her sûrin li ser kudeta, dermanê kudetayê geleke û bi tu awayekî zoriyê ji hîç keseke qebul nakîn.

Serok Barzanî ji bo wan aliyên ku dilsozê gelin û hest bi berpirsiyariyê dikin û got: Hûn li gel wan kesan nebin ku ew hîç ne li gel xemê mîlletin, fermo kerem bikin hûn kombibin û biryarê bidin, eger na, dem derbas dibe û em jî li benda kesekî namînin.

Serok Barzanî behsa ewe jî kir, hinek kesan têbînî li ser ewe kiribûn ku dû berekî li navbera Pêşmerge dirust bibê, lê belê xweşbextane Pêşmergeyên qehreman xûya kirin ku kurê Kurdistanê ne û ji bazneya hizbayetiyê derketine û bergiriyê li welatê xwe û keramet û namusa gelê xwe dikin û me dît Pêşmerge û zarok û gedeyên perçeyên dinê Kurdistanê jî bi pêkve xwîna xwe li yek sengerê têkilhev kirin û eve jî mezintirîn destkeft û serkeftine ji bo Kurdistanê.

Serok Barzanî got: Hinek kes dibêjin kanî serbixweyî û rapirsî, li vir dibêjim serbixweyî mafê rewayê Kurde, lê belê ew proseyeke û pêwîstî bi guftûgoyê heye û li serdana vê dawiyê ya Bexdayê jî me eve behs kir û xweşbextane bersîvên erênî hebû, eve jî cihê dilxweşiye, eve proseyeke em dev jê bernadîn û dest lê hilnagirîn û eger li gel Bexda gihîştîn rêkkeftinê wê demê renge pêwîstî bi referandûmê jî neke, eger pêwîst jî bike hêsantir dibê, lê belê eger me zanî nagihîn rêkkeftinê wê demê em rapirsiya xwe dikin.

Her wiha got: Ewên niha dilê xwe bi wê babetê xweş kirine, bersîva min ji bo wan eweye, ew mîn û mayinên Da'îş danîbûn û Pêşmerge hilgirtin û Kurdistanê paqij kirin, wan mînên siyasî jî we li ser rêya me daniye, me gelek hilgirtine û ewên din jî hildigrîn.

Di derbarê pirsa federaliyeta parêzgehan, Serok Barzanî got: Ew xwîna heta îro rijiyaye wiha ne hêsane piştguh bixîn, heta îro 11 hezar û 500 azîzên me şehîd û birîndar bûn, nû bi nû hûn dixwazin vegerin ser sîstema federalîzma parêzgehan? Me di dema xwe da li gel Bremer şerê wê yekê kir, me wê demê şerê wan kir ku li gel Bremer xwestin bi cîh binin û axaftin û hewla wan serî negirt, îro jî ewê ew dikin yarî kirine bi xwîna şehîdan û ne mumkîne rê bi wan bidîn.

Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Berî her tiştekê pîrozbahiyekî germ le we yên birêz û hemû xelkê Kurdistanê dikim ji bo wê serkeftina mezina bi destê Pêşmergeyên qehreman ve bi dest hat. Spas ji bo xwedayê mezin û careke din spas ji bo Pêşmergeyên qehreman, birastî hîç peyvek nîne pê spasî we bikim tenê eweye ku we serê me û serê mîlletê xwe bilind kir û dest û çavên we hemûyan maç dikim.

Spas ji bo xwedayê mezin îro teqrîben hemû axa Kurdistanê ji terorîstên Da'îş hatine baqij kirin, û em li vir li Başîka û li vê bajarê xweşik û paqij, li bajarê zeytûnê kombûne, eve ew tabloya xweşika Kurdistanê ye ku şanaziyê pêve dikîn bi hebûna netewe û ol û mezhebên cûda ku pêkve dijîn û em hemû bi birayane û xûşkane pêkve dijîn û eve jî ew Kurdistane ku em dixwazin, dirust ew Kurdistane ku Pêşmerge xwîna xwe ji bo wê rêht û hemû take kesekî vî welatê têda azade bi wê yekê çi bîr û bawerî û ol û mezhebek ji bo xwe hildibjêre û li her neteweyek bê berî her tiştekê em xuşk û birayê hevdûne li vî welatî.

Careke din dibêjim, ewê dibînîn tabloyeke xweşike ku em şanaziyê pêve dikîn, Mela Banga xwe li mizgeftê da dide, Dêr û Kilîse zenga xwe lê dide, Êzdî li perestgeha xwe perestiya xweda û ta'et û îbadeta xwe dikin, dirust eveye ku me divê, û pena bi xweda her wiha jî dimîne.

Pêşmerge xwîna xwe rêht ji bo rizgarkirina axa Kurdistanê û ew bihayên mezin bêne parastin û hêviya me ewe Başîk û cihên din jî bibine mînakeke vê pêkve jiyanê.

Birêzan...

Niha serdemekî nû ye û Da'îş berev şikestekî mezin diçê, ew alîkariya li navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştevaniya hevpeymanan heye, serkeftineke mezin pêkanî û Da'îş berev şikesteke mezin diçin û eve jî dibê bingehek ji bo paşarojê ku peywendiya xwe li ser ava bikîn.

Gelek dipirsin erê karê me bi Mûsil çiye? Bersîva me eweye: Heta Mûsil li bin gef û metirsiyê dabê Herêma Kurdistanê li bin gefê û metirsiyê daye û heta terorîst li Mûsilê da bin nikarîn bibêjîn em li aramiyê da dijîn û hemû demek li bin gef û metirsiyê da dibîn. Berî her tiştekê ji bo asayîşa Herêma Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê beşdarîkirina Pêşmergeyên qehreman li rizgarkirina Mûsilê bandoreke zêde hebû û eve ji bilî li girîngiyeke dinê li ruyê aborî û civakî ve û ji bilî ewe jî me rêz û hurmet ji bo hemû neteweyên din heye, lê belê berî ku Da'îş bê zêdetirê 300 hezar Kurd li Mûsilê da dijiyan û ji bo me çarenûsa wan jî gelek girînge û neku tenê çarenûsa wan belku yê Ereb û Turkmen û Musilman û Mesîhî û Êzîdî, ewê vê pirsiyarê dikin, bila bîr li wê yekê bikin bajarek 300 hezar Kurd têda bijî çawa dibê em pişta xwe li wan bikîn?

Her wiha ez car bi car wê yekê dibîhisim ku hindek kes ji paşaroja xwe û wan navçeyan nîgeranin û ez bi eşkere dibêjim: Xwîna wan şehîd û azîz û xweşdiviyan ji bo ewe nehatiye rêhtin heta ew navçe careke din tûşî êş û azarê bibê.

Me rêkkeftinek li gel Amerîka da heye, bi awayeke rûntir, li navbera Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) her wiha li navbera Wezareta Pêşmerge û Hikumeta Iraqê heye ku ew hêla berevaniya berî şerê rizgarkirina Mûsilê bi tu awayekî guftûgo li ser nayê kirin. Ew hêla niha em têdane armanca me di derbarê wan eweye asayîşa wan û xelkê navçeyê parastî bê û Pêşmerge piştevaniya wan dike. Rêkkeftina me li gel artêşa Iraqê heye ku Pêşmerge diçê kû û artêşa Iraqê diçê ku û li ku li gel hevdû dibîn û li ku jî bi tenê dibîn, lê belê yek tiştî ji we re dibêjim em careka din nahêlîn hûn aware bibin û kes dest ji bo we dirêj bike. Ji wê yekê piştrast bin û hîç ramaneke şaş ji bo we dirust nebê û em bi rêkkeftinan pabendîn lê belê ew rêkkeftina ku mîsogeriyê li paşaroja we bike.

Bi mixabiniyê ve li wan deverên hatine rizgarkirin, xelkek têda pêşwaziya Da'îşê kir û çavsaxiyê ji bo wan kirin û alîkariya wan kirin û bûne beşek ji Da'îş û bûne hevbeşê tawana Da'îş, îro ew bi navê koçberî û tişteke din mehale yek ji wan piyê xwe bavêje her cîheke ku Pêşmerge bi xwîna xwe rizgar kiribe.

Axaftina min a li vir bi awayeke taybet pêşkêşî wan kesane ku destê xwe namûsa keçkên me dirêj kirine û heta yek nefer ji wan mabê li her cîheke dinya bin destê me bi wan bigihe waz li wan naynîn û tola xwe li wan dikîn, û her kesekî bê guneh jî bi xedir hatibe êş û azar û îşkencedan em ne li gel wanîn, ewên bi hukma Da'îş razî nebûn û mal û halê xwe bi cîh hiştin û hatine Herêma Kurdistanê û pena ji bo Herêmê anîbin ew bira û azîzên mene û ser seran û serçavên me hatine û hîç cûdahiyek li navbera me û wan da tûneye û em wan diparêzîn lê belê ewên li gel Da'îş çûne Ereb bin Kurd bin Turkmen bin ew dijminê mene û heman muameleya Da'îşê li gel wan dikîn. Eve siyaseta meye û ew rêxistin girîngî li warê mafê mirov didin û li wan waran da kar dikin pêwîste baş bizanin eveye siyaseta me lê belê heq eweye li wir da munsîf bin ku gelê Kurdistanê ax û dilê xwe ji bo yek milyon û nîv koçberan vekiriye. Eger wekî wan dibêjin siyaseta me wiha bê em cûdahî li wî warî da bikîn û tehed da li wan bikîn û mafê xelkeke din bixwîn, çawa mal û dil û derûna xwe ji bo yek milyon û nîv kesan vekîn, me rêz ji bo wan rêxistinan heye karê wan pîroze lê belê pêwîste munsîf bin, lê belê eger mebesta wan ewe bê ewên alîkariya Da'îş kirine bêne mal û cihên xwe wekî berê, çi ji me re bibêjin bila bibêjin, careke din ew venagerin û çarenûsa wan wekî çarenûsa Da'îş dibe.

Eveye siyaseta me, ku gelek run û eşkereye û hîç demek sazîş li ser asayîşa Herêma Kurdistanê nakîn li gel hîç aliyek.

Spas ji bo xwedayê mezin û spas ji bo Pêşmergeyên qehreman, niha metirsiya Da'îş heta radeyekî zêde li ser Herêma Kurdistanê dûr ket, Başîk berî çend rojekê ji bin hukmê Da'îş rizgar bû û niha spas ji bo xwedayê mezin em çend kîlometrek ji Mûsilê dûrîn û bi hêviya xwedê çend rojeke din Mûsil jî rizgar dibê û her çende şer jî ne hêsane lê belê hêviya me bi wê yekê heye ku dawî pêbê.

Belê niha metirsiya Da'îş li ser Herêma Kurdistanê dûr ket lê belê nabê em pêşerojê ji bîr bikîn, dema li sala 2003 rejîma Be'es rûxa me got spas ji bo xweda em hesayîn ve û eve derfeteke başe, zêde pê neçû tûşî belayê Ensarul Îslam û Qa'îde buyîn, piştî demekê kabirayek ku li ser milê Kurd da bûye hakim li Bexda hîç wefayekî ji bo rol û piştevaniya Kurd nebû, nanê Kurd birî û çaverê dikir firokeya F16 ji bo wî bê û Kurdistanê pê borduman bike. Piştî wê belaya Da'îş li ser me da hat, û bi vê sedemê jî xwîna azîztirîn azîzên me li vê şerê da rijiya û ji vê dûr ketin, ez dizanim me çi qehreman û azîz û kesên xwe ji dest da ku nirxê wan bi tu awayekî nikarê bê diyarkirin. Lê belê ewê dilê mîllet pê xweşe eweye ewan mîlletek parast, şerefa mîlletek parastin. Em nizanîn piştî Da'îş tûşî çi belayekî din dibîn nabê em texmîna ewe bikîn ku Da'îş temam bû û paşê pişta xwe bidîn vê rewşê û bibêjîn êdî hîç metirsiyek li ser me da nema çunke wiha diyare ew gef û metirsî li ser Herêma Kurdistanê da mane ji bo wê yekê Pêşmerge jî berdewam dibê û berî niha me çend giringî bi rewşa Pêşmerge dida piştî niha emê zêdetir girîngî bi Pêşmerge bidîn, emê xwe rêk bixîn û çekê xwe nû bikîn meşqa xwe baştir bikîn û rêzên xwe rêktir bikîn û ji bo hemû metirsiyek amade dibîn û hîç demek siyaseta me ewe nebûye biçîn ser axa kesek û axa xelkeke din dagîr bikîn, lê belê pêwîste amadeyê her metirsiyek bibîn eger yek çavê tema'kariyê xiste welatê me ji bo berevaniyê amade bîn û ew ezmûna li ser me da hat careke din dûbare nebê.

Di derbarê rewşa navxwe ve, raste bi sedema şer ve renge dema me ya ewe nebû behsa rewşa navxweya Herêma Kurdistanê bikîn lê belê niha dema ewe hatiye çend axaftinek di derbarê hal û mercê niha ya Kurdistanê û rewşa niha ya Herêma Kurdistanê bikîn.

Dû sale gelê Kurdistanê li şerekî dijwar û xwînavî daye li gel xeraptirîn û dirindetirîn rêxistina terorîstî ya cîhanî ku navê wî Da'îşe, ewê me dîtiye û bihîstiye dema mîlletek bikevê metirsiyeke mezin, hemû dilsoz û xelkê vî welatî yek digrin û giriftên xwe datînin aliyek û bi yekgirtî kar ji bo ewe dikin wan metirsiyên li ser welatê xwe dûr bixin. Me jî ew pêşbînî hebû ew aliyên Kurdistanî bi yekrêzî rûbirûyê dijmin rawestin û piştevaniya Pêşmerge bikin.

Lê belê cihê daxê ye ku me dît hinek alî çi rewşeke dirust kirin ku hîç pêwîst nebû wiha bikin. Ji kudetayê destpêkirin û heta gihîştin şewitandina baregehan û kuştina xelkê, pirsiyara min ji bo wan eveye: Erê rewşa we ya berî hewla kudetayê baştir bû yan niha? Pirsiyara min ya dûyem eweye: We çi bi dest xwe ve anî, çi guherand? Çi bi destê we ket? Ji bo wê yekê ez li vir dûpat dikim: Çendî din jî xwe mandî bikin û biwestînin û hewla kudetayê bidin hîç tiştek bi destê we nakevê, şîreta min ji bo wan eveye: Xwe newestînin û mandî nekin, ji ber ku berî niha we çi bi dest xistibe niha jî her ewqas bi destê we dikevê, rêya rast û daxwaza min ji bo hemû hizb û aliyan eweye hemû kombibin bi dilekî paqij û mejiyeke vekirî kar ji bo çareser kirina girftên me bikin, roj roja eweye bizanîn giriftên me çine û çareseriya wan bikîn, belê girift zorin û gileyî û gazinde hene û gelekin min gelek gileyî û gazinde hene û her kesek jî hindî xwe gileyî û gazinde di derbarê vê rewşê de heye û têbînî heye, werin bi pêkve rûnin bila çareseriya wan giriftan bikîn û eger niyeta pak ji bo çareseriyê hebê bêguman çareserî jî hêsan dibê û ez jî bi hemû hêza xwe ve piştevaniyê li we dikim. Lê belê eger berdewam mikur bin li ser kudeta û bixwazin bi zorê giriftan çareser bikin û ew wehma ku ji bo hinek aliyan dirust bûye ewe bi cîh bikin, birastî li vir da dûpat dikim: Bi tu awayekî zoriya kesekî nayê qebulkirin.

Daxwaza min ji wan dilsozên ku dilê wan ji bo vî mîlletî dişewite û hest bi berpirsiyariyê dikin xwe li gel daxwazan da negirin ku paşaroj û çarenûsa vî mîlletî û vî welatî bi girîngî negrê, bila kombibin û biryara xwe bidin ji ber ku dem wiha diçe û derfeta me jî ji dest diçê û wê demê jî nabê hîç kesek gazindeyî û gileyî bike ji wê yekê ku rû dide ji ber ku em jî li benda keseke din nabîn.

Xaleke dinê gelek girîng heye ku min pê xweşe balê bikşînim li ser, gelek gileyî li ser ewe dihate kirin Pêşmerge li nav biçin û dû berekî dirust bibê û xwedê nexweste şerê birakujî û xwekujî dirust dibê, lê belê Pêşmergeyên qehreman xuya kir ku kurên Kurdistanê ne û li qonaxa hizbayetiya teng derketin û bergiriyê li welatê xwe û keramet û şeref û namûsa xwe dikin. Xwîna Pêşmerge li yek senger têkil bû, li hemuyan jî girîngtir ji bo me eweye xwîna kur û keçên hemû perçeyên Kurdistanê li yek sengerê da têkilhev bûn ku eve mezintirîn destkefte ji bo me.

Ji aliyê min ve ew yekrêzî û qehremaniya Pêşmerge û hestkirina bi berpirsiyariya dîrokî ji aliyê Pêşmerge ve mezintirîn destkeft û mezintirîn serkeftin bû, û eveye me han dide hengav berev paşarojeke zelal û run bavêjîn ji ber ku pişta me bi xwedê û Pêşmergeyên qehreman germe, Pêşmerge xuya kirin ku kurê vê Kurdistanê ne û nabine yarî bi destê ev hizb û ew hizbên din.

Tiştekî din ku dîsa ew kesên dilê xwe pê xweş dikin û dipirsin: Kanî serbixweyî û kanî referandum? Min herdem gotiye pirsa serbixweyî mafekî asayî ya mîlletê meye û dest lê hilnagirîn li bin hîç rewş û hîç fişar û zextek de, lê belê hemû carê min gotiye eve proseyeke pêwîste bi xweşî û dûrî tundûtîjiyê û bi guftûgoyê pêkbê. Li sefera me ya dawî ya Bexda jî me behsa vê pirsê kir û gelek bi rûnî me tîşk xiste li serî û cihê xweşhaliye ku tecawibekî baş li gel da hebû eve jî baştirîn rêye ji bo wê yekê ku bi pêkve bigihîn encamek madem me nekarî li yek welat da hevbeş û şîrîkê hevdû bibîn û şeraketekî rêkûpêk dirust bikîn bila cîraniyeke rêkûpêk dirust bikîn û bibîne bira û cîranê hevdû û hevkarî û alîkariya hevdû bikîn, madem me nekarî vê hevbeşiyê dirust bikîn nabê careke din bikevîn qonaxa şer û xwînrêhtinê, bila rê li xwînrêhtinê bigrîn û rê li giriftên mezintir bigrîn.

Em dest li vê rêyê hilnagirîn, eger li vî derbarî de gihîştîn rêkkeftinê li gel Bexda renge eve pêwîstî bi referandûmê her nebê, eger pêwîst jî kir renge wê demê jî hêsan bê û î'tîbarê ziyatir ji bo wê hebê li derve jî zêdetir û bi bê girift piştevaniya me dikin. Lê belê li hemû rewşek da dest li wê proseyê hilnagirîn eger gihîştîne rêkkeftinê gelek başe eger na referanduma xwe dikin û ewê dilê xwe xweş dikin û maddeyek ketiye destê wan ji bo dilxweşkirina xwe, bersîva min ji bo wan eweye: Ew mîn û mayînên Da'îş ji bo Pêşmerge danîbû û Pêşmerge hilgirt û Kurdistanê jê paqij kir, dirust axaftina min ji bo wan eve ku girift dirust dikin, ew mîn û mayinên siyasî ku we ji bo me daniye û we li ser rêya me daniye me gelek ji wan hilgirt û gelekê din jî hildigrîn.

Êdî heta wê demê tiştan dinivîsin, govendê digrin, nûçeyan belav dikin, birastî ji we re dibêjim çi dikin bikin ne guh lê digrîn û hîç hesabek jî ji bo wê nakîn.

Niha taze bi taze cenabê hinek kesan hene û dibêjin sîstema siyasî bikîn sîstema parêzgeh, ew xwîna heta îro hatiye rêhtin wiha hêsan nîne piştguh bixîn, heta îro 11 hezar û 500 azîzên me şehîd û birîndar bûn, taze bi taze hûn dixwazin vegerin sîstema federalîzma parêzgehê? me li ser vê meseleyê şer li gel Bremer da kir, me di dema xwe da li gel Bremer şerê ewe kir wê sîstemê nexin nav ajandaya siyasî ve, me wê demê şerê wan kir û hewla wan serî negirt, îro jî ewê ew dikin yarîkirine bi xwîna şehîdan û ne mumkîne rê bi wan bê dayîn.

Di dawiyê de spasî bê payan ji bo xwedayê mezin û paşê ji bo gelê Kurdistanê û spas ji bo Pêşmergeyên qehreman û hevpeymanan û hemû aliyek ku li vê şerê da alîkariya me kirin, cihê şanaziyê ye Pêşmerge bûne sembola qehremaniyê ku hemû dinya şanaziyê pêve dike û mafê wane jî şanaziyê pêve bikin ji ber ku wê yekê selmandin ku hêjayê şanazî pêkirinê ne. Ew çekê bi destê Pêşmerge ve bû û karîn serkeftineke mezin pê tomar bikin, eger di destê artêşeke din bûya ez bawer nakim bikaribûyan serkeftineke wiha mezin pê tomar bikin.

Birastî xwe gelek ji wê kêmtir dizanim di derbarê Pêşmerge ve axaftinê bikin, birastî nizanim li asta wan çi bibêjim, bibêjîn silav li giyanê wan û cihê wan bihûşt bê, birastî her çi bibêjîn li asta wan hê jî kême tenê ewe dibêjîn cihê şanazî û serbilidiye û wan şeref û namûsa mîlletek parastin, ewe mezintirîn şerefe, ne ku qehremanî wiha çûn û şehîd bûn birîna wan hîç demek ji dilê me dernakeve.

Xwedayê mezin şîfa ji bo birîndaran jî bişîne û hêviya serkeftinê ji bo hemû aliyek dixwazim û careke din ev serkeftin li we pîroz bê, û me Başîk hilbijard ji ber ewe bû hemû netewe û ol û mezheb têda kombûne û em hemû Kurd, Ereb, Turkmen, Kildan, Aşûrî, Siryan, Ermen, ol û mezheb, misilman, mesîhî, Êzdî ev welat welatekî azade û berî her tiştekî em li mirovayetiyê da birayê hevin û pêwîste nirxê ewe bizanîn û nirxê xwîna wan bizanîn ku vê serkeftinê ji bo me pêkanîn.

Bi hêvî û penaya xwedê her serkeftî bin...

Silavên xwedê li ser we bin...





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 816