Serok Barzanî li bereyên ceng pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê kir


KRP.org | |
27/10/2016
Îro pênçşem 27.10.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li bereyên cenga dijî terorîstên Da'îş li çiyayê Zertik, pêşwaziya Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Fermande û Berpirsên Eniyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Fermandeyên Yekîneyên Serbaziyên Artêşa Iraqê amade bûn, Seyîd Emmar El Hekîm ji bilî behskirina rola Serok Barzanî û serkeftinên hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorê da, xweşhaliya xwe jî ragihand ku li bereyên şer da Serok Barzanî dîtiye.

Ragihand ewê ku me gelek dilxweş kir, ew hemahengiya bi hêze ku îro me dît li navbera hêzên çekdarên Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge da, piştî wê yekê ku artêşa Iraqê hatiye damezrandin yekemîn care, li yek xendeqê da beranber dijminek şer dikin ku dijminê hemû Iraqiyane.

Her li vê hevdîtinê de Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê ji bilî pêzanînên xwe yên ji bo vê hemahengiya serbaziya li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê da li holê daye ragihand, ev hemahengiye serkeftinê li pey xwe da tîne û dibê sedemeke zêdetir nêzîkbûna di navbera aliyên siyasiyên bi bandorên Iraqê da.

El Hekîm eve jî got ku tevlîbûna xwîna Pêşmerge û serbazên Iraqî li yek sengerê da, cihê şanaziya me û hemû aliyane. Her wiha got: Da'îş xerîb û namoye û dawiya wê tê lê belê ewê dimîne karkirine ji bo binyatnana welat û hengaveke berev qonaxekî nû.

Her wiha got ku Serok Barzanî berê û niha jî proseya siyasiya Iraqê û kûrkirina ruhê pêkvejiyana aştiyane li welat da roleke xwe ya mezin hebûye û em hemû şanaziyê bi wê hewl û keda rola Serok Barzanî dikin.

Li beranber da, Serok Barzanî ji bilî xweşhaliya xwe ya bi serdana Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê li bereyên ceng, wê yekê dûpat kir ku em berev ruyê dijmineke hevbeş dicengîn ku terore û li van şeran da jî qehremaniyên gelek bê wêne hatine tomar kirin.

Serok Barzanî ragihand, ev hemahengî û hevkariya serbaziyê jî li navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê da heye, bi taybet li operasyona rizgarkirina Mûsilê da, girînge û serkeftineke mezin beranber rêxistina terorîstên Da'îş da li pey xwe da aniye û paşarojê li ser ava dikîn.

Li hevdîtinê de behsa rewşa meydanî ya operasyona sînorê parêzgeha Nînowa, xelkê sîvîl û parastina wan û her wiha çawayiya li xwe girtina koçberan kirin. Tekez jî li wê yekê kirin ku hemû aliyek bi cîddî kar bikin ji bo hewandin û dabînkirina pêdiviyên koçberan.

Her li cihê hevdîtinê, civîneke rojnamevanî hate saz kirin û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê, bersîva pirsiyara rojnamevanan dan.

Ji bo temaşekirina videoya vê civîna rojnamevaniyê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 613