Serok Barzanî li gel pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê civiya


KRP.org | |
22/08/2017
Roja sêşem 22.08.2017 li bajarê Hewlêrê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel pêkhatên neteweyî û oliyên li Herêma Kurdistanê civiya û gotarek pêşkêş kir.

Di destpêka gotarê da Serokê Herêma Kurdistanê tîşk xiste li ser pirsa referandûm û biryara 7ê hezîrana aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo diyarkirina roja 25ê eylûla îsal û ji bo encamdana referandûmê û bi biryarekî wêrekiya xelkê Kurdistanê wesif kir.

Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî, qonaxên gelê Kurdistanê li gel Iraqê behs kir û balkişand li ser wê yekê ku hemû hewlek ji bo şeraketekî rasteqîne hate dayîn, me xwest rûpelekî nûtir vekîn, lê belê sûda xwe nebû, me hemû rêyan ceriband, lê belê eqliyetê wan neguherî û Bexda pabendî mebdea şeraket û pêkvejiyanê nebû. Heta bi astekî gihîşt budçe û nanê xelkê Kurdistanê birîn.

Serok Barzanî di derbarê mafê gelê Kurdistanê de behsa ewe kir, biryara referandûm, mebest jê mumaresekirina mafekî sirûştî û yasayî ya xelkê Kurdistane û bi vê proseyê paşaroja xwe diyar dike, mebesta me bi vê hengavê rê bigrîn ku karesatên nexweştir li ser hemû pêkhatan da neyê, ji ber ku li wan karesatan da Turkmen û Mesîhî û Êzîdî û Siryanî û Aşurî, beşê wan wekî yek bûye û qurbaniyê bexşîne.

Di derbarê paşaroja serbixweyî û dewleta Kurdistanê de, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku me tu demekî negotiye: Dewleta Kurdî dirust dikîn, belku dewleta Kurdistan ku guzarişt bê li hemû pêkhatan dirust dikîn û divê vê pêkvejiyanê kurtir bikîn. Tekez li ser ewe jî kir ku pêkhatên olî û neteweyî û mezhebiyên Kurdistanê azadin li biryardanê de, em rêz li biryara we digrîn, me pê xweşe li welatek bi şeraket û pêkvejiyan û wekheviyê de bijîn, her wekî çawa ev çanda pêkvejiyanê li ser asta cîhanê jî bûye seweriyek ji bo me hemûyan, li paşarojê de jî dewlemendtir bikîn û bibê bingeha bi hêz ya hikumraniyeke demokrasiyê.

Di derbarê çûna şanda bilinda Herêma Kurdistanê ji bo Bexda û guftûgo li gel berpirs û partiyên Iraqê, Serok Barzanî ronahî kir: Ew şand ji bo wergirtina soza bi cîhkirina hîç madde û birgehekî destur û rêkkeftinan neçûye, belku ji bo hevdû gihîştin û têgihîştina li ser pirsa referandûm û hilbijartina cîranetiyeke baş çûne.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li hîç cîhekî da me behsa ewe nekiriye kî piştgîriya me dike û kî sozê daye me, lê belê hîç dewletek ne dijî referandûme, li gel dema wê de girifta wan heye û me jî gotiye: Niha dema wê nebê? êdî kengê dema wê ye? Piştî 100 sal li bendê dimînîn divê çi demekî din hêjayî wê bê?

Li beşekî dinê gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê, tekîd li ser ewe jî kir, gelê Kurdistanê bi arezûmendane xwestiye li gel Bexda bi şeraket bimîne, lê belê serkeftî nebû, hîç mayînek bi zor û cûdabûnek bi zorê serkeftî nebûye, ji bo wê yekê eger gelê Kurdistanê guzarişt li raya xwe bike bi vê referandûmê ziyan bi kî digihîne?

Di derbarê egerên paşxistina referandûmê jî Serok Barzanî ji bo amadebûyan ronahî kir, razî nabîn bi paşxistina referandûmê, tenê eger li rewşek da nebê bedîlekî baştir û rêyekî kurttir pêşkêş bikîn ji bo serbixweyî ya Kurdistanê û tekez kir, ji xwe guzarişt kirina li ser raya mîlletek ne kufire, em sedemê aramiya navçeyê bûne, Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî Da'îş hemû cîhanê parastiye û şehîdan gorî kirine, xwîna şehîdan jî divê berhema xwe hebê û ji serbixweyiyê kêmtir hêjayî vê xwînbexşiya Pêşmerge û xelkê Kurdistanê nîne.

Serok Barzanî bi piştrastî bi hemû aliyek radigihîne, Herêma Kurdistanê nabê çavkaniya gefê li ser hîç aliyek û zimanê gefê ji tu aliyekî jî qebul nake û li biryara xwe ya ji bo encamdana referandûmê jî paşvekêşiyê nake.

Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî sozê bi pêkhatên Kurdistanê da, li paşarojê de sîstema federalî li Herêma Kurdistanê tê peyrew kirin û parêzgehên din jî têne dirust kirin û sirûdekî niştimanî ku guzarişt bê li hemû pêkhatan tê danîn. Tekez li ser şeraketa rasteqîneya pêkhatên Kurdistanê kir û eve jî xiste rû, hûn azadin li biryardanê, em hez dikîn wekî birayek pêkvebijîn û piştgîriya daxwazên we dikîn.

Di derbarê koçkirina Mesîhiyan jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê, di dema dagîrkirina Mûsilê ji aliyê terorîstan ve kesayetiyên oliyên Mesîhî hatin cem min, nîgeran bûn ji wan karesatên ku li ser wan da hatiye û behsa koçkirinê kirin, niha jî dibêjim, bîr li koçkirinê nekin, hûn şerîkê rasteqîneya vî gelîne û yan em hemû pêkve dimrîn, yan jî em hemû pêkve serbilindtir dijîn û tekez li ser rûbirûbûna fikra tundrewiya olî û neteweyî û mezhebî jî kir, erkê me hemû aliyeke bi taybetî divê li ser asta cîhanê dijî tundrewiyê kar bê kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de Nûnerên pêkhatan bi Mesîhî û Turkmen û Kakeyî û Êzîdî û Aşurî û Siryanî, tekez li ser bihêztirkirina çand û kultûra lêborînî û pêkvejiyanê kirin û balkişandin li ser wê yekê ku li Iraq da li hîç serdemek da maf û daxwazên wan nehatine bi cîhkirin û rûbirûyê ji nav birinê bûne û tekez li ser ewe kirin ku li Kurdistanê da li bin sayeya lêborîn û pêkvejiyanê mafên wan hatine mîsoger kirin û li proseya referandûmê da hev milê birayên din deng ji bo (Belê) didin.

Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...






SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 179