Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Fransa kir


KRP.org | |
02/01/2017
Roja dûşem 02.01.2017 François Hollande Serok Komarê Fransa li gel şandekî Hikûmeta Fransa serdana Herêma Kurdistanê kir û li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li rêwresmeke taybet da hate pêşwazî kirin.

Paşê Serok Barzanî û Serok Komarê Fransa û şanda li gel serdana eniyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li ser çiyayê Zertik kir û Serok Komarê Fransa ji nêzîk ve pesnê qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ragihand ku pîrozbahî û destxweşiyê li Pêşmergeyên aza dikim ku berê li vir bergiriyê kirin û paşê jî ji vir ve pêşrewiyê kirin û Da'îşê têkşikandin û rê ji bo artêşa Iraqê xweş kir ku heta berev Mûsil pêşrewî bikin. Li vê serdanê da hejmarek efserên Wezareta Pêşmerge û efserên welatê Fransa ku li çarçêweya tîmên hêzên Hevpeymanan ya ji bo rûbirûbûna Da'îş li Kurdistanê amade bûn.

Piştî vê serdanê, li bajarê Hewlêrê Serok Barzanî û Serok Komarê Fransa û şanda li gel ku pêkhatibûn ji Jean-Yves Le Drian Wezîrê Berevaniya Fransa û Marc Barety Balyozê Fransa li Iraqê û hejmarek şêwirmend û berpirsên Hikûmeta Fransa û Dominique Mas Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê civiyan.

Li vê civînê de ku rêzdar Kosret Resûl Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet û hejmarek berpirsên hikumî û serbazî amade bûn, Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Serokê Fransa û şanda li gel kir û spasî Serok Hollande kir ku ji bo cara duyem serdana Kurdistanê dike û vê serdanê bi dîrokî û bi bandor wesif kir û pîrozbahiya sala nû li Serokê Fransa kir û hêvî xwest sala nû ji bo Fransa û tevahiya cîhanê sala aştî û aramiyê bê.

Serok Barzanî spasî Serok û gelê Fransa kir ji bo bi deng ve hatin û yarmetîdan û hevkarîkirina gelê Kurdistanê û ragihand ku cihê şanaziyê ye Kurdistan dostekî mezinê wekî gelê Fransa heye. Serok Barzanî eve jî ji bo Serokê Fransa xisterû ku Fransa li rojên dijwar da her dem li cem gelê Kurdistanê rawestaye. Serok Barzanî hewlên Fransa ya ji bo komkirin palpiştiya navdewletî û dirustkirina hevpeymaniya navdewletî li şerê dijî terorê da bilind nirxand. Tekez jî kir ku bi têkşikandina Da'îş li Musilê, dawî bi terorê nayê û bi awayeke din û bi naveke din de ew gef li xwe dibine, ji bo wê yekê pêwîste hemû aştîxwaz û mirovdost hevkariya hevdû bikin ji bo têkşikandina terorê ku bûye gefek li ser hemû mirovayetiyê.

Her li vê civînê de Serok Komarê Fransa ji bo wê pêşwaziya lê hatiye kirin spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku îro serdana Kurdistanê hilbijartiye heta pîrozbahiya sala nû li we bikim û dizanîn li vê salê da gefeke aborî heye û Kurdistan pêwîstî bi hevkariyê dibe. Her wiha li rûyê siyasiyê ve dizanîn Kurdistan roleke li pêşhatan da dibe ji ber ku Kurdistan sedema aramiyê ye li navçeyê da. Dûpat jî kir ku peywendiya di navbera Fransa û gelê Kurdistanê peywendiyeke dîrokiye û Fransa herdem li rojên sext da palpiştê Kurdistanê bûye û li paşarojê de jî li palpiştîkirin û parastina gelê Kurdistanê de berdewam dibê û her kesek Serokê Fransa bûbê ew peywendiye her bihêz bûye û li paşarojê de jî her wiha dibe. Serok Komarê Fransa pesnê qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ragihand ku ew azayetiya Pêşmerge pîşan da bûye sedema şanaziya Kurdistanê û ji bo me jî.

Her wiha Serokê Fransa pesnê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ya li parastin û hewandina hejmareke zêdeyê penaber û koçberan kir û Kurdistan jî li pêkvejiyana pêkhatên olî û neteweyiyên cûr bi cûr de bi mînakeke gelek baş wesif kir û ragihand Fransa pesnê vê pêkvejiyana Kurdistanê dike û parêzgeriyê li vê firehî û pêkvejiyanê dike.

Piştî civînê Serok Barzanî û Serok Komarê Fransa beşdarî civîneke rojnamevaniyê bûn û naveroka civînê û armanca serdana xwe ji bo ragihandinê behs kirin. Li civîneke rojnamevaniyê da jî birêz François Hollande careke din pesnê azayetiya Pêşmerge kir û ragihand eger azayetî û qurbanîdana Pêşmerge nebûya, têkşikandina Da'îş karekî mehal bû. Berî çend demjimêrek me serdana bereyên şer kir, ew cîh bi xwîna Pêşmerge hatine azadkirin û ew pêkhatên li vê navçeyê dijîn êdî ji paşaroja xwe natirsin. Ragihand ku piştî azadkirina Musilê pêwîste çareseriyeke siyasî hebê bo ku pêkhatên neteweyî û olî yên navçeyê bi aştiyane pêkve bijîn û îdareyekî baş hebê ku jiyana hemûyan li wê sayeyê da mîsoger bê.

Her êvariya roja dûşem 02.01.2017 bi amadebûna Serok Barzanî, birêz François Hollande Serok Komarê Fransa, komek hevkariyên mirovî ku ji bo koçberan anîbû, radestî nûnerê Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletiyên li Herêma Kurdistanê kir.

Paşê jî Serokê Fransa û şanda li gel dawiyê bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê anî û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê û ji aliyê Serok Barzanî û hejmarek ji berpirsên Hikûmî yên Herêma Kurdistanê ve hatin birêkirin.

Ji bo temaşekirina videoya civîna rojnamevaniya Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Fransa, ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...






SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 671