Serok Barzanî li gel Nûnerên Pêkhatên Deşta Nînowa civiya


KRP.org | |
16/09/2017
Roja şemî 16.09.2017 li bajarê Dihokê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmareke zêdeyê ji nûnerên hemû pêkhatên Deşta Nînowa û Şingalê civiya.

Li civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê gotarê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Amadebûyên birêz

Gelek xweşhalim ku li gel we yên birêz komdibim li vê rewşa hestiyar da û xweşhaliyekî zêde mezine ji bo min ku li gel vê civîna pîroz kombibim ku li çendîn pêkhatên neteweyî û olî û mezhebî pêktê. Eve jî belgeyekî rûne bi wê kultûra li ser mezin buyîn û perwerde buyîn, kultûra pêkvejiyan û xweşdivî û qebûlkirina beramber û hebûna azadî reha ji bo her kesek bi hilbijartina her ol û mezhebek ku bawerî pê heye û bi mumaresekirina sirûdên olî wekî wê yekê bawerî pê heye û ez bawerim eve yek ji wê destkefta mezine ji bab û bapîrên me ve ji bo me maye û pêwîste wê kultûr û eqliyetê biparêzîn ku gel û welat diparêze.

Îro pirsa referandûm girîngtirîn pirsa ser qada siyasiye û ev babet peywendî bi hemû takekî vê civakê ve heye, pirsiyar li vir da eve ye ji bo çi ew biryar hate dayîn û kî vê biryarê da? Ev biryar bi kodengî hate dayîn û hemû pêkhatên neteweyî û olî û mezhebiyên gelê Kurdistanê li vî biryarî da beşdar bûn. Ev biryar bi komdengî hatiye dayîn û tu demekî me negotiye eve biryara yek take kes û yek hizb û dû hizbe, lê belê ji bo çi ew biryar hate dayîn? Ji ber wê yekê hemû hewlên berê şikest anîn û me hemû awayek li gel Bexda ceriband, la merkezî û otonomî û federalî û li encamê da hemû şikest anîn û eger rewşa wiha berdewam bû tirsa min ya ewe heye tûşî hinek girift û rûdanan bîn ku hêvîdarim em nebînîn.

Gelek seyre wê hestiyarî û înkarê bibînîn bi wê yekê rê nadin gelek bi awayeke azad behsa li daxwaza û xwesta xwe bike ji bo biryardana çarenivîs, eve mumareseyekî demokrasî mirovî û aştîxwazaneye, ku wate zerer li kuye? Ev mumarese demokrasiye gefê li kî dike? tenê vedigerîne ser yek xal ew jî înkara mafê gelêke ne ku tiştekî din.

Dema ku daxwaza paşxistinê li me dikin hîç gumana we nebê ewê îro li gel referandûmê nebê sibê jî li gel nabê. Referandûm bi wateya diyarkirina sînoran nayê belku dergeh ji bo diyaloga cîddî û binyadner dike bi dil û bîra vekirî ji bo wê yekê peywendiyekî cîranetiyeke baş û erênî li navbera me da dirust bibe ji ber ku me nekarî hevbeşiyeke rasteqîne ava bikin.

Pirsiyar li vir da eweye: Gelo dikarîn îdî'aya hevbeşî û birayetî li vî welatî da bikîn ku li rastiyê da em herdem li şer û nakokiyê dayîn ji bo hemû tiştekî? yan awayeke dinê jiyanê û peywendiya rêzgirtin li hevdû û hevkariyê peyda bikin? kijan ji wan baştire?

Wekî min got referandûm wateya diyarkirina sînor nayê, bi tu awayekî jî bi wateya sepandina neteweyek nayê dijî netewe û olên din ku îradeyê li ser me hemûyan disepîne. Navçeya we navçeya Deşta Nînowa yek ji wan navçeyên ku terkîzeke zêde li ser tê kirin û bûye mînakek ji bo birayetî û pêkvejiyanê û firehî neteweyî û olî û mezhebî, hûn biryara xwest û çarenivîs û paşaroja xwe didin, tu demekî tu awayeke jiyana we li ser we da nasepînîn bi her awayek jî bê û her kesek jî çi bike û çi bibêje em tu tiştekî li ser we da nasepînîn. Lê belê li heman demê de jî rê bi kesên din nadîn bên û awayeke din li ser me da bisepînin bi vê rewşa niha da. Biryar biryara weye hûn biryar didin çi dixwazin û li gel kî dibin û çawa dixwazin jiyana xwe li ser bibin û bi çi awayek.

Îro hatime li cem we ji bo we bi eşkere bipeyvim, hûn hemû azîzên mene û sozê bi we didîn eger we dewleta Kurdistanê hilbijard bi hêviya xwedê bêguman bin ji wê yekê ku ev dewlet dibê dewletekî wekhevî û hemwelatî bûn neku dewletekî neteweyî Kurdî, dibê dewletek ji bo Kurd û Ereb û Turkmen û Misilman û Mesîhî û Êzîdî û hemû netewe û olan, eger awayeke taybet we bi xwe hilbijard wê demê me jî astengiyek nîne, dixwazin li gel hikumeta Iraqê bin wê demê jî ewe biryara weye, ez hatime cem we ji we re bibêjim hîç kesek nîne awayekî diyarkirî li ser we bisepênê belku hûn bi xwe biryarê didin û eger we biryara ewe da li gel Kurdistanê bin em amadene hemû mîsogeriyek bidin we ku hûn bi xwe çi dixwazin. Heman demî de mîsogerî û sozê bi we didîn kar hêsaniyê jî ji bo we bikîn û yarmetiya we jî didîn eger bi awayeke taybet we hilbijard.

Lê belê girîng eweye pêşxistina rewşê her çawa bê pêwîste giyanê birayetî û xweşdivî û hevkarî parastî bê û eger nakokî li navbera siyasetmedaran hebû, wekî wê yekê niha li navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Bexda de heye nabê ev nakokiye li ser peywendiya di navbera gel û netewe û ol û mezheban da bişkê, belê hinek kes hene hewla ewe didin rewşê berev cîheke tirsnak ve bibin û zimanê gefê bi kartînin û zimanekî gelek nizima axaftinê bikartînin ji bo wê yekê nabê li pişt wê hewla metirsîdar da biçîn.

Em li gel Ereb birayîn, li gel Turkmen birayîn, em bira û dost û hevkarîn li hemû tiştek da, li gel mesîhiyan em birayîn, dema balkê dikşînim li ser van destewajeyan bi wateya ewe nîne ewên din ret dikim, birayên Şebek wekî mînak li ruyê neteweyiyê ve Kurdin lê belê li ruyê mezhebî ve Şî'e û Sunne têda heye û eve jî hûn bi xwe ji wê biryarê azadin û hîç kesek nikarê dest li vê pirsê da werbide, Kakeyî mezheba xwe heye lê belê bi netewe Kurdin, dema ku behsa Ereb û Turkmen jî dikim wateya ewe nîne wan birayan ji bîr bikim, lê belê ku behsa ol û mezheb dikîn eve meseleyekî dine ji bo Kakeyî û Êzîdî û Şebek.

Em bi ezmûnên gelek tehl da derbasbûyîn û min hêvî nedikir rewş bigihe wê radeya ku dibînîn, sond bi xwedê eger min zanîba û dilniya bam bi wê yekê ku rewş wiha li ser nayê û baştir dibê û êrîşa Kurdistanê nakin dibe ku jiyana li gel Iraqê de me berdewam bikira ji bilî wan hemû girift û tengasî û astengan, lê belê gelek baş dizanîn ew kesên îro biryar bi destin niyeta wan çiye û çî ji bo me veşartine.

Ew dixwazin em vegerîn hêla kesk, wî navî Bremer dema xwe de bikaranî, dizanin hêla kesk çiye? eve hêla temasa di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqe li serdema Be'es da eve jî wateya eweye ku divê vegerîne Aloka û bi mûşekên hawên bombebarana me bikin û eger bi wan xweş bê eger ji bo henek jî bê li her dema bixwazin dikarin çend mûşekekî hawên êrîşî bajarê Dihokê bikin, hêla kesk sînorê Kurdistanê nîne û wê sînorê qebûl nakîn ku Brêmer bi nav kir, eve hêla temase, li heman demî de jî referandûm jî sînor diyar nake, belku bi tefahum û diyalog û daxwaza xelkê navçeyê tê diyar kirin.

Li dawiyê de jî dergeha pirsiyar ji bo amadebûyan hate vekirin û paşê jî Serok Barzanî bersîva têbînî û pirsiyaran da.

Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...






SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 256