Serok Barzanî pîrozbahiyê li Heyder Ebadî kir


KRP.org | |
10/07/2017
Îro dûşem 10/07/2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê ve kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî pîrozbahiya wê serkeftina mezin kir, ku li şerê rizgarkirina Mûsilê de bi dest ve hatiye, ku berhema hemahengî û hevkarî û qurbanîdana Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqe.

Her li vê peywendiya telefoniyê da pîrozbahiyê li her dû gelê Kurdistan û Iraqê kirin, ku ev serkeftina mezin bi xwîna zarok û gedeyên her dû aliyan hatiye nexşandin, birêz ve jî li şehîdên wê serkeftin û şerê têkşikandina terorîstan bi bîr anî û hêviya başbûneke bi lez jî ji bo birîndaran xwestin.

Li dawiya peywendiya telefoniyê da Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Iraqê tekez li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya her dû aliyan li dijî terorê kir.





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 126