Bi amadebûna Serok Barzanî, li Soran karnavala piştgîriya referandûma serxwebûnê birêveçû


KRP.org | |
19/09/2017
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: Eger heta dû sê rojê din ew bedîla ku me daxwaz kiriye negihe destê me wê demê li 25.09 aheng digêrîn, eger negihîşt jî, 25.09 referandûma xwe dikîn.

Ev gotinên Serok Barzanî li karnavala piştgîriya referandûma serxwebûna Kurdistanê hat ku roja sêşem 19.09.2017 li bajarê Soran birêveçû û dehan hezar kes ji xelkê deverê beşdariyê têda kirin.

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li karnavala referandûma serxwebûna Kurdistanê, ya li bajarê Soran, gotarek pêşkêş kir û ragihand: Referandûm biryara gelê Kurdistanê û yê hemû partiyên têkoşer û xebatgêrane, biryarekî wêrekane bû, destxweşiyê li we dikim, eve biryara take hizbek nîne û yê me hemûyane, xelkê Kurdistanê sûre li ser referandûmê.

Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 257