Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir


KRP.org | |
12/02/2017
Roja yekşem 12.02.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û şandekî li gel kir ku ji General Tawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Amerîka li Bexda pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê spasî qehremanî û cangoriya hêzên Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstên Da'îş kir û serxweşiyê li kesukarê şehîdên Pêşmerge kir û ragihand Amerîka şanaziyê bi wê yekê dike ku piştevanê Pêşmergeye û dûpat jî kir ku welatê wan li vê piştevaniyê da berdewam dibê. Her wiha spasî gelê Kurdistan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku mîhvandariya koçber û penaberan kiriye û ji bo çareserkirinê pêşwaziyê jî li birîndarên artêşa Iraqê kiriye.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê ajanda û hengavên îdareya nû ya Amerîka ya ji bo Iraq û navçeyê û şerê terorê ji bo Serok Barzanî xisterû û biryarên Serok Trump ya di derbarê vîza û hatin û çuna hemwelatiyên heft welatan ji bo navxweya Amerîka şîrovekir.

Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmet û artêşa Amerîkayê kir ku li şerê terorê da piştevanê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûn û wê palpiştiyê bi bandor wesifkir li şikestdana terorîstên Da'îş û eve jî dûpatkir ku Amerîka û Kurdistan li sengerekî hevbeşdane li şerê terorê û xwîna zarok û gedeyên her dû aliyan li vê şerê da têkilhev bûye û ji bo vê yekê jî bi navê aramî û aştî û asayîşa navçeyê dostayetiya di navbera Kurdistan û Amerîka gelek pêwîste.

Her li vê civînê de behsa proseya siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî û rewşa meydaniya şerê dijî Da'îş li Sûriye kirin.

Paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka û pêşveçûn û berdewamiya wan peywendiyan mijareke dinê vê civînê bû.





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 146