Ewlekarî


KRP.org | |

Ewlekarî Li Herêma Kurdistanê.

Herêma Kurdistana Iraqê şanaziyê bi dosyeya ewlekariya berbiçav dike. Li dema ji navbirina rejîma desthilatdarê Seddam Husên li sala 2003 û heta niha tu kiryareke kuştinê ji nav rêzên artêşa Emrîkî de li wan navçeyên ku dikeve sînûra Herêma Kurdistanê de rû nedaye û her wiha li gel tu kiryarekî veşartiya ewlekariyê jî li van navçeyên ku dikevine li nav sînorê Herêma Kurdistanê de rû nedaye.

Ev aramiya ewlekariyê bi awayeke erênî li ser vegerana jiyana sirûştiya navçeyê û li gel geşkirina aboriyekî berbiçav jî kar kiriye.

Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê bi Serokayetiya birêz Mesrur Barzanî ku li sala 1999 an de vê desthilatê wergirtiye beşdariyekî berbiçav li parastina ewlekariya Herêma Kurdistanê de çêbuye. Encûmena Nîştimaniya Kurdistanê ku li 22/10/2004 an de yasaya hejmara 46 ê derxistiye, têda karê bingehê yasayên ji bo kar kirina dezgehên ewlekariyê û rêxistina kar û çalakiyên vê ajansê diyar kiriye.

Ev serkeftina li hundir ku Kurd jî têda beşdar bûye, li herêmên xwe de ji bo bicîhkirina wan kiryarên ku peywendî bi kiryarên ewlekariyê de heye û li navçeyên dinên Iraqê de jî hêsankarî kiriye. Hêzên Kurd wekî beşekî ji erkên xwe bi awayekî rêkxistî û şan bi şanî Hêzên Hevpeymaniyan de li dema bicîhkirina helmetên ewlekariya serekiyan ku li pêşerojê de ru dane ceng kirine. Niha hejmareke gelek ji Kurdan ku li nav hêzên artêşa Iraqê yê pêkhatî de beşdarin û xizmetê dikin. Serbazên Kurdan li kiryara ewlekariya li van navçeyên ku hatine holê da bûne beşekî girîngê wan bajarê dinên wekî Kerkûk, Musil û Bexdayê.

Her wiha hêzên ewlekarî û hewalgiriyê Kurdan li dest nîşan kirina gelek şana terorîstan berî bicîhkirina hengavên terorîstan dijî berjewendiya Iraqê de serkeftinê bi dest xwe ve anîne û hêzên hevpeymanan, li dema hevkarî kirina van hêzan de li gel ajansên herêmên dinên Iraqê bi taybetî nîştecihên navxweyiya hêzê Kurdan de karîne parêzgerî li rûniştvanên Herêma Kurdistanê bikin. Dijî kiryarê terorîstan ku rû birûya xelkê sîvîlê Iraqê dibê û bi hezaran Kurd canê xwe bi navê Iraqa nû de bexşiye.

Li ser wê yekê jî serkirdayetiya Kurd bi Serokayetiya birêz Mesûd Barzanî wekî beşek ji wan sozên berdewamî ku bi xwe daye, ji bo piştgirî kirina gûhertina civatê, hêzên ewlekariya Kurd di vî warî de ji bo jin ku biçine nav rêzên ewlekariyê û polîs de diyar kirine. Li vê dawiyê da li vî warî de bi sedan jinan perwerde kiriye. Her wiha lêkolîneke zêdetirê li ber dest ji bo rexsandina warê zêdetir û ji bo wan jinên ku taybetmendiyê wan heye li rêzên hêzê ewlekariyê li paşarojê da beşdarî bikin. Li gel avêtina van hengavên Kurdistanê wekî herêmekî dest pêşxer bi giringî dana bi azadiya jinan li vî warî da li çav herêmên dinên Iraqê de pêşeng buye.

Li Herêma Kurdistanê da rolekî berbiçav heye ji bo kiryarên başsazkirina li dijî encamdana azar û îşkence dan û karkirina ku careke din tundûtîjî dijî Kurdan neyê kirin. Her wekî çawa berê li serdema rejîma Seddam Husên de dihate encamdan.

Her çiqas karekî gelek li pêş Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye lê belê peymanê daye ku bilindtirîn pêwerê di mafê mirov û parastina wê jî li rêya hevkarî kirina li gel aliyên peywendîdar di warê mafê mirov wekî rêxistina çavdêriya mafê mirov û lîjneya mafê mirovan ser bi Neteweyên Yekgirtî de bi navê çaresekirina kêşe û giriftên mafê mirov li Herêmê da bîne cîh.

Ev serkeftinên bi destve hatine, wan erkan dixine stûyê Serok bo ku hangavan bîne bi navê baştirkirina van hêzan û her wiha zêdekirina pîşeya li nav rêzan de. pêwîste li ser serkirde, ji bo baştir kirina meşqa van hêzan, her wiha zêdekirina pêşweriya li rêzan da û berdewam bûna li çawayiya cûreya navnivîsîna ku Herêma Kurdistanê bikare li daxwazên civat û desthilat girtina li ser sînûran rû bi rû bibê û vegeriyana damezrandina hêzan û rû bi rûbûna terorîstan li paşarojê de hengavan bîne.

Ev deskeftên ewlehiyên ku hatine holê, wan erka dixine stûyê Serok bo ku hengavên bi navê baştirkirina meşqa wan hêzan de bîne û her wiha zêdekirina pîşeya li rêzan da. Li gel berdewam bûna li ser hemerengiya wan kesên ku li rêzê hêzan de werdigrin ji bo ku Herêma Kurdistanê bikarê rû bi rûyê tehediyata mezinan bibê wekî dabînkirina daxwazkariyên civat û kontrolkirina sînûran û ji nû ve dariştina hêzê pêkhatan û li paşarojê de rûbirûbûna terorê.





PAGE HIT:: 13213