Biyografi Cigirê Serok


KRP.org | |

Nav: Ebdullah Resul Elî (Kosret)

Sal û cihê ji dayikbûn: 01/07/1952 / Hewlêr – Koye – Şîwaşok

Sala 1968 xwendina seretayî li dibistana Îbnî Xelekan temam kiriye

Her li wê salê da pêwendî bi Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan û (P.D.K) ve kiriye

Sala 1974 navendî û paşnavendiyê li Hewlêrê temam kiriye

Sala 1975 bûye endamê navçeya (P.D.K.)

Li dawiya meha îlona sala 1975 bi sedema şehîd (Ebdulrezaq) ve pêwendî bi Komele ve kiriye

Sala (1976) Peymangeha Kiştukalî(Çandinê) li Bulgaristanê qedandiye

Sala 1976 li Wezareta Bazirganî - Sayloya Hewlêrê bûye fermanber, çend pileyekî wergirtiye, bûye Cîgirê Emîn Mexzen(Kogeh) paşê Emîn Mexzen û Cîgirê Birêveber

Yek ji wan pênç hevalan bûye ku li 24/04/1976 li bajarê Kerkuk û li mala Mihemed Xurşîd Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê damezrand, ku ji Letîfî Şêx Umer, Reuf Akreyî, Şehîd Şiwan Elî, Mihemed Xurşîd pêkhatibû.

Li 11/05/1977 ji aliyê Heyey Xase(lîjneya Taybet) ve hate girtin, piştî wê tu nihêniyekî nîşannedaye, li eylula 1977 hatiye azad kirin.

Sala 1980 bûye berpirsê rêxistina Komeleya Rênçberên Kurdistanê li Hewlêr

Sala 1981 bûye Endamê Serkirdayetiya navxoya Komele

Sala 1984 û li konferansa sêya Komele da ji rêzbenda kesên hatin hilbijartin de rêza çarem de dibe Endamê Serkirdayetiya Komele û Y.N.K

Li 14 Eylula 1984 ji fermanberiyê tê veqetin û jiyana çiya û Pêşmergayetiyê hildibjêrê û dibê berpirsê malbenda sê ya Hewlêr ya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê

Sala 1985 bi bordumana firokeyên Helîkopter li Simaqulî bi sextî birîndar dibê.

Sala 1986 her du kurên wî (Aras û Pêşrew) li Simaqulî bi bordumana firokeyê şehîd dibin.

Piştî ku her du malbendên (Sê û Çar) ê Yekîtî yek digrin, dibe berpirsê malbenda nû ku bi malbenda sêya Hewlêrê tê naskirin

Li raperîna mezin ku sala 1991 ji aliyê bereya Kurdistanî ve serpereştiyarê rizgarkirina bajarê Hewlêr pê hatibû spartin li rizgarkirina bajarê Kerkuka Qudisa Kurdistanê da rolekî diyar û berbiçav dîtiye.

Sala 1991 dibe berpirsê Bereyê Kurdistanî li sînorê parêzgeha Hewlêr.

1991-1992 Berpirsê her du mekteba pêwendiyên derve û rêxistinên demokratik bûye.

Sala 1992 bûye kargêrê mekteba siyasî û li yekem hilbijartina Parlemena Kurdistanê da bi Endamê Parlemena Kurdistanê tê hilbijartin.

Sala (1993 heta 1996) dibê Serokê Kabîneya duyemê Hikûmeta Yekgirtiya Herêma Kurdistanê.

Sala 1996-2001 bûye Serokê Encumena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li îdareya Silêmaniye.

Li sala 2001 bûye berpirsê Desteya Kargêriya Mekteba Siyasî (Y.N.K).

Li sala 2006 ve wekî Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî (Y.N.K) kar dike.

Li damezrandina Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve Posta Cîgirê Serokê Herêmê wergirtiye.

Li adara 2012 cara duyem posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê wergirtiye.

Bi dirêjahiya salên derbasbûyî bû nûnerayetiya (Y.N.K.) û gelê Kurdistanê beşdarî çendîn kor û kongreyên navçe û navdewletî kiriye û karê dîplomatî encam daye.




PAGE HIT:: 10068